Navçeyên Bakurê Kurdistanê kirine bênderên dardekirinê, doh li Parîsê, îro li Silopiya! Dîse jî ciwanên Kurd wek hurşîdnameyek cîhanî di asoyên atlasa mirovaniyê de diçirisin. 

Heeeeyyy gidîîî! Birîna sedsalê me ez û di nava heyameke kuştî de birîna sedsalê ez biraştim hey hawar!... Îro, li kevana çiyayekî bênav bi ahênkêşiyek tofana Skenderî, careke din ez kuştim.

Dilopên xwîna min niqutîn, ax pelixî, dîrok pelixî û cografya min di stêrikên banê ezman de hatin dardekirin. Li kolanên Colemêrgê, li Şirnexê, Silopiya, Kerboran, Nisêbîn û Cîzîra Botan li qeraxên Çiyayê Bagokê, li Cudî, li Çiyayê Govendê bi xêliyê bûkaniyê re, ez ji nû ve xwe çêdikim... 

Xweçêkirina min bi têlên temburê re, bi dengê bilûrê re bûn stran… Hingî çardara min kat da, wek şitlek rihanê, wek gulokek beybûn û mistek ava zemre, di destê gerilayekî bê nav de, di destê ciwanekî li pişta xendekê de bû ala basimbarî… Ez di kefenekî ne meqeskirî de, çardara min di xelekên xwînê de dirêjkirî ne. Dîse jî bi stêrikên dardekirî re, di hafa heyva çardehan de li ber Ava Mezin, li Şingalê di kêleka gundekî şewîtî de, di qeraxên Çiyayê Mava de, ji xweliya xwe şîn dibim. 

Hingî stêrikên dardekirî şelîtên qirika xwe diqetînin... 

Û ez, wek kulîlkên baxê îrem, li qelaçên Kanî Masî, li geliyê Xinêra, li ser Berzehê Garê û di dergehê jiyanê de, raserê gundê Girgamêş û Mîrkana şewitî de,  raserî kovana dareke zemanî, dibin kolekê de, bi agirtofana balafirên dagirker birîndar dibim:  Methsên sedsala bîstûyekê li serê çiyayên welatê min, li navçeyên welatê min, bi xwehdan û stranên xwe yên  rengêkulîlk birîna min ya sedsalê  derman dikin. 

Aliyekî min kenê Egîd e, aliyê din hêrsa Murad Elîbol e!.. Û wek rista di lorandina cengawerekî bê nav de,  em bi hev re rûdinin. Ez birîndar, ax birîndar, ezman birîndar... Dîse jî di kenê gerila de, di nava rista hevrîşmê berxwedanê de wek agirekî difûrim... Ez difûrim, ax difûre, ezman difûre.  Di kelih û bircikên dilê dayikan de dibime lîle-lîl û rondikên wan, birîna min, birîna axa min, birîna ezmanê min av didin, xemlek ademî ji kêştiya Nuhê Kal dirije. 

Destpêk kulmek agir bû, piştre bû bênderek û di derya stêrikan de,  xemla baweriyek nû pişkivand. Gûr û geş kir. Mezin kir û xwe li jiyanê pêça, di pencera gotinê de bû helbest, bû stran, bû dengê bilûr û dengê têla tembûrê. Di her helbesta evîna Melayê Cizîrî de hate gotin,  di her hevoka hasreta Ehmedê Xanî de hate berzkirin. 

Ev navê bûka azadiyê ye û wek pêjneke xêrê û mizgîniya banga gerila ye. Di her pêjnê de pêlek deryayî, di mista delalê dilê min de, di pêsîra tirnalê gundê min de bû şelîpana serîhildanê. Bû xumxuma qîrêna ciwanan, di pêl û şelqên Dicle de herikîn. 

Hersa min herikî, herikî hat, fûrî û hat. Kezeb fûrî, mêjî fûrî, hêrs fûrî, tirs fûrî, mirin fûrî, cengawerî fûrî, jiyan fûrî û ezmanê reşka çavên evîndaran bû nexşeyek bi gelî û mesîl, bû nizar û rizdeyên neqam, wek rê û şivîleyekê derket pêşiya min. Ez meşiyam, gerila meşiya, bizir û tov meşiya, roj meşiya, dil meşiya, stêrik û heyv meşiyan, heyam û demsal meşiyan, bajar û navçe meşiyan û haveynê azadiyê di mista asoyên hêviyê de meyî, wek darmêweyek behiştê derkete holê. 

Gotin, “ev strana gerila ye” û hat...Gotin, ev strana “sê arya” ne li Parîsê dilore gotin, ev awaza “sê qewl û nîşad in” li Şingalê diqîre gotin, ev hawar e “sê bûkên azadiyê ne” li Silopiya dinale. Hat û hat dilê min dagir kir. Di rengê argûnî de li Çiyayên Kurdistanê, li zozan û deştên Kurdistanê bela bû… 

Di dilê min de, di bedena Firat Izgîn de fûriya; di neqepka Helexa ku wek Tewratekê di nava nalêniya sedsalê de rûniştiye fûriya, di şewata gundê Çêlik de fûriya. 

Û hat, di bedena gorên komî de bû kulîlk û rekiha dîlgirtinê parçe kir. Bi kuştina min re car din ez  ji bedena xwe bi  Drevş-î Gavê re ji nû de çêdibim.