
Komîna Fîlm a Rojava bi minasebeta 56’emîn salvegera Şewata Sînemeya Amûdê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ji vê komkujiya hanê û heta niha, sînema ji xakên Rojavayê Kurdistanê dûr ketiye û wekî komîn jî armanca xwe wiha da xuyakirin: “Em ê sînemayeke bi destê zarokên vî gelî û xeyalên wan ava bikin.”
Komîna Fîlm a Rojava ku di bin banê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) de xebatên xwe didomîne, bi rasthatina 56’emîn salvegera şewata Amûdê, li ber parka Sînemaya Amûdê daxuyeniyek da. Endama Komîna Fîlm a bajarê Dirbêsiyê Perwîn Rêber daxuyanî xwend, got, ji bo careke din sînema di jiyana vî gelî de cih bigire, ew ê bi zarokên vê axê re xeyalên xwe pêk bînin.
Peyva “sînema” jî miletê Amûdê xemgîn dike
Daxuyaniya Komîna Fîlm a Rojava bi vî rengî bû: “Bûyera Şewata Sînemeya Amûdê ku beriya 56 salan pêk hatibû û nifşek ji zarokên Amûdê tê de hatibû qetilkirin, wer kir ku peyva “sînema” jî miletê Amûdê xemgîn bike. Em jî wekî TEV-ÇAND û Komîna Fîlm a Rojava hewl bidin ku sînema bila, di hiş û bîra civakî de ne wekî hêmana xemginiyê cih bigire, bila wekî hêmana çandê, hunerê û coşê cih bigire.
Ji bo careke din sînema wekî beşekî hunerê vegere nav vî miletî, em ê dest bidin hev bi zarokên vî miletî re.
Ev milet temaşekerek baş ê vê hunerê bû
Wekî ku tê zanîn, sînema hemû rengên hunerê digire nav xwe û hembêz dike. Ew dikare van huneran bi civakê re parve bike û civak jî pê bilind û watedar bike. Roleke wê ya danasîna jiyanê, pirsgirêkên civakan û çareserkirina wan heye.
Ji demeke dirêj ve ye, sînema li Rojavayê Kurdistanê çênebûye, lê belê berê ev milet temaşekerek baş ê vê hunerê bû. Li vê herêmê hejmarek mezin a salonên pêşandana sînemayê hebû. Li van salonan gelek fîlmên cihêwaz ji sînemaya cîhanê li vî parçeyê welêt dihatin pêşandan. Lê Rejîma Baasê bi planên xwe yên qirêj, bi armanca qirkirina çandî û hunerî, ev hemû ji holê rakirin û bi tenê dihişt ku fîlmên propogandaya netewperestiyê dikin, di van salonan de bên pêşandan.
Hunera sînemayê vegerînin nava gelê xwe
Destpêkê divê ku em çanda temaşekirinê û rastiya hunera sînemayê vegerînin nava gelê xwe. Pê re hemwext naskirina sînemayê jinûve ava bikin. Ji bo ku gelê me bi hemû pêkhateyên xwe tevlî vê pêngava me bibe, me saziya sînemayê bi rengekî komînal ava kir.
Bi destê zarokên vî gelî
Em ê sînemayeke bi destê zarokên vî gelî û xeyalên wan ava bikin da ku bi hezkirin jî di nav vî gelî de bê temaşekirin. Weke erka yekemîn em ê salonên nû ji bo sînemayê ava bikin. Em di vê oxirê de soz didin ku ew ê ne bi tenê avahî bin, ew ê bi hişmendiya ji jiyanê hezkirin û bi çanda xwe têr û tijî bin.
Mihrîcana me bersiva vê ye
Jixwe, mihrîcana me ya Rojava ya nîşandana fîlmên navneteweyî ku me îro (doh) dest pê kir, ji bo vê rojê weke bersivekê ye. Me xwest li hola sînemayê li şûna şewatê, şahiyê vegerînin nav dilê gelê xwe.”
ANHA / AMÛDÊ