Rûniştina li ser rawestandina weşana Med Nûçe, ku di 3’ê Cotmehê de mezintirîn şîrketa peykê ya Ewropayê Eutelsatê weşana wê sekinand, doh li Dadgeha Bazirganiyê ya Parîsê pêk hat.

Rûniştina dozê bi rengekî vekirî pêk hat. Tevî du parêzerên Med Nûçe, nûnerekî sendîkaya çapemeniyê ya Fransayê SNJ-CGT jî beşdarî rûniştinê bû.

Ji ber ku peymana weşanê ji aliyê Eutelsatê ve bi rengekî yekalî hat betalkirin, parêzerên Med Nûçe serî li dadgehê da bû.

Di rûniştina dozê de, parêzerê Eutelsatê bêyî ku argumaneke cidî pêşkêş bike qebûl kir, ku daxwaza girtinê ji Tirkiyeyê hatiye. Parêzerê aliyê parastinê, li ser daxwaza heyeta dadgehê ev bersiv da. Tevî ku parêzerê Eutelsatê li xwe mikur hat ku ew naveroka weşanê nizane, îdîa kir ku Med Nûçe weşana şîdetê kiriye. Parêzer her wiha îdîa kir, ku têkiliya vê biryarê bi zextên li Tirkiyeyê re nîne û got, Tirkiyeyê beriya darbeya 15’ê Tîrmehê di meha Gulanê de ev daxwaz ji wan kiriye.

Ji parêzerên Med Nûçe Jean Loûîs Malterre bi mînakan eşkere kir, ku li Tirkiyeyê beriya darbeya 15’ê Tîrmehê jî zext li çapemeniyê dihat kirin. Malterre bi taybetî bal kişand ser zextên Tirkiyeyê yên li Norwêc, Swîsre û Belçîkayê dikir û anî ziman, tevî ku lîsansa Med Nûçe li Îtalyayê ye, ti daxwaz ji Îtalyayê nehatiye kirin.

Di rûniştina dozê de, di navbera parêzeran de nîqaşên tund hatin kirin. Malterre da zanîn, ku Saziya Radyo û Televîzyonê ya Îtalyayê di sala 2015’an de ji bo 6 salan destûra weşanê daye Med Nûçe û got, “Ev qenal bi Saziya Televîzyon û Radyoyê ya Îtalyayê ve girêdayî ye û li ser girtinê ti daxwaz jê nehatiye kirin.” Malterre destnîşan kir, ku ancax saziya Îtalyayê dikare biryara sekinandina weşanê yan jî qedexekirina vê qenalê bide.

Malterre her wiha bal kişand ser bersiva hikûmetê ya li pêşniyarpirsa Senatorê Fransayê Mîchel Bîlooût a li ser Med Nûçe û bibîr xist, ku wezîrê ji karên ewropayê berpirsyar, di bersiva xwe de diyar kiriye ku ji bilî weşanên şîdet û terorê, girtina ti qenaleke nûçeyan nabe bê qebûlkirin.

Biryar ma 14’ê Mijdarê

Heyeta dadgehê da xuyakirin, ku wê biryarê di 14’ê Mijdarê de eşkere bike. Di dema rûniştina dozê de li pêşiya dadgehê xwepêşandaneke protestoyî pêk hat. Bi dehan çalakgeran, pankart û dowîzên ku Eutelsatê şermezar dikin, hilgirtin. 


 ANF / PARÎS