KCK: Ev helwêst û biryara siyasî ya Emerîkayê yek ser li dijî Tevgera azadiyê ti bingeha wê ya siyasî, civakî, exlaqî, wijdanî û hiqûqa gerdûnî nîne. Biryareke ku bi giştî bi sedemên îdeolojîk û polîtîk hatiye dayîn.

Dewletên yekbûyî yê Emerîkayê (DYE) derbarê sazkar û rêveberên PKK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan de biryara desteserkirinê derxist. Konseya Rêveber a Hevserokatiya KCK’ê bi daxuyaniyekê ev biryar weke dewama komploya li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bi nav kir.

Daxuyaniya Konseya Rêveber a Hevserokatiya KCK’ê wiha ye:

“DYE’yê derbarê hevrêyê me Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan ku sazkarên PKK’ê, kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiya Kurd in û niha di nav rêveberiya PKK, KCK û HPG’ê de cih digirin, biryareke bê bingeh û tometbar ku destgîrkirinê ferz dike, daye. Ev helwêst û biryara siyasî ya dijminane ku li dijî Tevgera Azadiyê hatiye dayîn, ti bingeha wê ya siyasî, civakî, exlaqî, wijdanî û hiqûqa gerdûnî nîne. Ev biryar di kesayeta hevalên me de li dijî PKK, KCK, HPG’ê û  tevahiya gelê Kurd ê têkoşîna demokrasiyê dimeşîne, hatiye dayîn.”

PKK´ê pêşî li êrişên DAIŞ´ê girt

KCK´ê îşaret bi encamên têkoşîna 40 salan a PKK´ê kir û got, “PKK´ê ji bo tevahiya têkoşîna azadî û demokrasiyê ya cihanê deriyekî nû vekiriye û gihandiye qonaxeke nû. Rêber Apo li dijî feraseta netewe dewletê, alternatîfa rêveberiya civakî ya konfederal derxist holê û weke çareseriya hemû pirsgirêkên siyasî, civakî û aborî danî holê.”

Di dewamê de KCK´ê li ser rola PKK´ê a li dijî çeteyên DAIŞ’ê jî dibêje, “Salên dawî yek ji mijarên herî zêde siyaseta Rojhilata Navîn û cihan elaqedar û mijûl kir êrişên çeteyên DAIŞ’ê bûn. PKK li Şengalê pêşî li qirrkirina civaka Êzîdî ya yek ji çand û baweriya herî kevin a mirovahiyê bû, derseke exlaqî di serî de da hêzên herêmî û hêzên siyaseta navdewletî, ji bin tohmeteke giran xilas kir. Yên ku rê li êrişa DAIŞ’ê ya Hewlêrê û deriyê Hewlêrê girtin, gerîlayên HPG´ê û YJA Starê bûn. Yên ku li Kerkûk û Silêmaniyê li gel hêzên Pêşmergeyan pêşî li gef û êrişên DAIŞ’ê girtin, gerîlayên HPG’ê û YJA Starê bûn. Di serketina Kobanê de ya ku hemû gelên cihanê û hêzên demokrasiyê piştgiriya wê kir, roleke mezin a gerîlayên HPG’ê û YJA Star li gel şervanên YPG/YPJ’ê yên bi ruhê fedayî şer kirî û berdêlên giran dayî, heye. PKK ne tenê li dijî DAIŞ’ê şer kir, bi hişmendiya neteweya demokratîk ji bo ji nû ve avakirina Rojhilateke Navîn a xwe dispêre biratiya gelên Ereb, Kurd, Tirk, Sûriyanî, Ermenî, Çerkez û Farisan gavên mezin girîng avêtine.“

Biryar li dijî hêzên demokrasiyê ye

Divê hemû gelên cihanê û hêzên demokrasiyê vê yekê baş zanibin ku yên di xeta azadiya jinê ya Rêber Apo de rêberên azadiyê, Rêberê têkoşîna azadiya PKK’ê û di nava HPG’ê de yên ji bo azadiya gelê Kurd ên yek ji gelên herî dîrokî têkoşînê dike hêzên gerîla ne.

Divê gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û hemû hêzên demokrasiyê yên cihanê li dijî vê biryara bêbingeh û dijexlaqî bêdeng nemîne. Di van rojan de ku daxwaza azadiya Rêber Apo tê kirin û dîsa nîqaşên derbarê derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê ya Ewrûpa de tên kirin, li dijî vê êrişa li dijî hevrêyên me Dûran Kalkan, Cemîl Bayik û Mûrat Karayilan, divê gelê me û hêzên demokrastiyê xwedî helwêst bin. Divê ev êrişa di kesayeta hevrêyên me de, ku Tevgera Azadiya Kurd tesfiye dike, neyê pejirandin; li dijî van êrişên ku qirrkirina gelê Kurd dike hedef û destek dike, têkoşîn bê kirin û bi awayekî bi hêz helwêst bê raberkirin.”

 

ANF/BEHDÎNAN