Tûncel di 5’ê Mijdara 2006’an de li Stenbolê hatibû binçavkirin û girtin. Tûncel a ku bi ‘endametiya rêxistinê’ dihat sûcdarkirin, di 27’ê Tîrmeha 2007’an de di hilbijartinên giştî de li Herêma 3. a Stenbolê de weke parlamentera serbixwe hat hilbijartin û piştre di 24’ê Tîrmeha 2007’an de ji Girtîgeha Tîpa M ya Gebzeyê hatibû berdan.
Rûniştina dawî ya doza derheqê Tûncel de di 12’ê Îlona 2012’an de li 10. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hatibû dîtin û 8 sal 9 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ev ceza di 28’ê Kanûna 2013’an de ji aliyê 9. Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.
HDP, BDP û rêxistinên civakî yên sivîl nerazîbûneke tund nîşanî vê biryarê dan. Sebahat Tûncel jî bi gotina, “Şaş e ku ev biryar weke biryareke hiqûqî bê nirxandin, diyare ku biryar siyasî ye. Têkoşîna me ya demokratîk wê dewam bike” nerazîbûn nîşan dabû. Hevserokên BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak jî, erêkirina cezayê girtîgehê şermezar kiribûn û biryar weke êrîşek li hemberî mafê siyaseta demokratîk bi nav kiribûn.
ENQERE