Piştî biryara Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê ku qedexeya xwepêşandanê ya li ser NAV-DEM’ê ‘lidijî qanûnan’ nirxand, NAV-DEM’ê daxuyanî da. NAV-DEM’ê got biryar mînak e. Ev biryara dadgehê jî elaqedarî qedexeyên li dijî meşên bi dirûşma, ‘Şerê li Efrînê rawestîne’, hate dayîn. Dadgehê neheq dît ku meşa plansaziya wê hatî kirin, Sibata 2018’an, bi hinceta ewlehiya cameweriyê were qedexekirin û diyar kir ku meş ji bo ewlehiya cameweriyê ne tehlûke ye.
Dadgehê got polîsên Dusseldorfê bi rêk û pêkî hesabê wê yekê nekiriye, li dijî qedexeya cezayê reşwên mixalefetê yên takekesî, nikaribe ji qedexeya giştî ya meş û civînan re bibe palpişt, li dijî kesên ku dixwazin mafên xwe yên destûrî yên civîn û meşê bi kar bînin, nikare bibe asteng.
Polîs nikare êdî asteng bike
NAV-DEM’ê têkilî biryarê daxuyanî da û got, ‘’Em biryara Dadgeha Îdarî ya Dusseldorfê ku mînak e, baş dibînin. Bi vê biryarê re êdî li pêş meş û civînên NAV-DEM’ê yên li Elmanyayê ti astengî nînin.” NAV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de got, ew li bendê ne ku dewleta Elman dev ji hişmendiya qedexeker û polîtîkaya krîmînalîzekirina Kurdan biqere, “bila polîtîkayên ku xizmetê ji çareseriya pirsa Kurdan re bike, hilberîne.”
DUSSELDORF