DIYAR TUAD-DER bi boneya şermezarkirina biryara darvekirinê ya Dewleta Îranê ya derbarê girtiyên Kurd daye, li Paqa Koşuyoluyê daxuyaniyek da. Ligel gelek hemwelatiyan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredara Rezan Bîrsen Kaya, Seroka DIYAR TUAD-DER’ê Derya Us başdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên reş ên li ser “Kesên ku ji bo darvekirinên Misirê digirîn 59 siyasetmedarên Kurd darve dikin”, “Kurdistan yek e, parçe neke” û “Komara Darvekirinê Îran” hatin vekirin. 

‘Îran dijminatiya Kurdan dike’

Seroka DIYAR TUAD-DER’ê Derya Us daxuyaniyê xwend û got ku desthilatdarên Tirkiyeyê heta niha li ser gelê Kurd polîtîqayên tunekirinê meşandine û dewletên din jî ji van polîtîqayan sûd wergirtiye. Us, diyar kir ku gelê Kurd bi salan e serî li wan netewandiye û kesên têkoşîna demokrasiyê jî dane li rastî mirinê hatine. Us, da zanîn ku dewleta Îranê xwe wek dewletek îslamî pênase dike lê têkiliya wê ya bi îslamê tune ye û wiha axivî: “Îran bi nenasîna mafên Kurdan yên xwezayî rûyê xwe nîşanê me daye. Ev jî têrê nake kesên têkoşîna mafên mirovan didin jî bi awayek hovane darve dike.” Us, navên hin kesên ku hatine darvekirin jî xwend û sedema darvekirina wan jî wiha daxuyand: “Ji ber ku ew Kurd bûn ew hatin darvekirin.” Us, anî ziman ku cinazeyên kesên ku hatine darvekirin jî ji malbatên wan tên veşartin û dewleta Îranê bi biryara xwe ya derbarê darvekirna 59 siyasetmedarên Kurd dijminahiya xwe ya li hember Kurdan nîşan daye. Us, di dawiya axaftina xwe de jî bang li raya giştî û têkoşerên mafên mirovan kir ku dengê xwe li hember darvekirnan bilind bikin da ku celladên Îranê, zarokên Kurdan darve nekin.
Piştî daxuyaniyê çîrokên Îhsan Fetahiyan û Ferzad Kemanger ku beriya darvekirinê malbatên xwe re nivîsandibûn hatin xwendin û çalakî bi dirûşma “Şehît namirin” qediya.

AMED