Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş bal kişand ser hevsengiya di navbera tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û pirsigêka Kurd de û got, “Tecrîd, bi temamî bi biryara şer ve girêdayî ye.”

OZGUR PAKSOY/AYDIN ATAY  / MA/AMED

Di encama çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD´ê û parlamentera HDP´ê ya Colemêrgê Leyla Guven de, piştî 8 salan Parêzerên Rêberê Gel Abdullah Ocalan di 2’yê Gulanê de muwekîlê xwe dîtin. Parêzer dûre di 22’yê Gulanê, 12 û 18’ê Hezîranê bi giştî 4 caran çûn hevdîtina Ocalan. Lê piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, hemû daxwazên hevdîtinê yên parêzeran bi hincetên cuda hatin redkirin.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan, redkirina miracaetên parêzeran û pirsgirêka Kurd nirxandin. Beştaş got, “Hevdîtin dîsa nayên kirin, nêzîkatiyeke keyfî li holê ye û dîsan bêhiqûqî kirin dewrê. Ti eleqeya hincetên redkirina miracaetan, bi cezayan re nîne. Bi salan e ku em vê dibînin.”

Tecrîd weke amûreke siyasî

Beştaş di dewamê de got, “Mafê Ocalan e malbat û parêzerên xwe bibîne. Nabe ku vî mafî bi hincetên siyasî ji holê rakin. Li gorî keyfa desthilatdariyê û dengeyên navneteweyî ev bêhiqûqî dewam dike. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul derbarê qedexeya hevdîtinê ya Girava Îmraliyê de di 16’ê Gulanê de gotibû, ‘biryarên qedexekirinê yên hevdîtinê hatine rakirkin û derfetên hevdîtinê hatine dayîn.’ Lê niha ew bi xwe xwe înkar û red dikin. Va ye dîsan tecrîd heye.”

Beştaş, anî ziman ku tecrîdkirina Ocalan bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye û wiha peyivî: “Berî bi deh salan jî me tiştên îro digotin. Hûn nikarin bi vî awayî Birêz Ocalan teslîm bigirin. Hûnê nikaribin bi tecrîdê gelê Kurd teslîm bigirin. Hûn nikarin daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyeyê pişt guh bikin. Tecrîd bi berjewendiyên siyasî teqez nayê îzah kirin.”

Ocalan dikare çareser bike 

Beştaş, dest nîşan kir ku siyaseta rageşiyê ya hikûmetê, nikare demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hûn nikarin daxwaza aştî û demokrasiyê ya gelê Kurd nebînin. Îro Tirkiyeyê li meydana navneweyî xitimiye û pirsgirêka herî bingehîn a pê winda dike jî ev e. Yê ku karibe vê çareser bike Birêz Ocalan e. Tenê Ocalan dikare hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê çareser bike. Ji ber vê yekê divê demildest tecrîd bê rakirin.”