Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Îlham Ehmed derbarê êrîşên dawiyê yên çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê yên li dijî Herêmên El-Şehba û Kantona Efrînê de ji ANHA’yê re axivî.
Îlham Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk bi riya piştgirtdayîna çeteyên El-Nusra, Ehrar El-Şam û DAIŞ’ê ku navê tabûrên Tirkmenan li wan dike, êrîşî Kantona Efrînê û Herêmên El-Şehba dike. Ehmed got bi vê yekê hewl dide nevîtiya împeratoriya Osmaniyan a ku wê demê di şerê Mercî Dabiq de heta çiyayên Laziqiyê dagir kir, jinûve vegerîne.
Ehmed da zanîn ku Tirkiye ji bo pêkanîna pîlanên xwe Kantona Efrînê ji xwe re guncaw dibîne û wiha pêde çû: “Hêzên li Kantona Efrînê xwedî vîneke xurt in. Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk têkoşîneke bi hêz dikin. Tirkiye jî ji vê yekê ditirse û ew bi hemû hêza xwe hewl dide ku Kantona Kobanê û Efrînê negihêjin hev. Ji ber vê yekê ew ji bo ku projeya demokrasiyê li bakûrê Sûriyeyê ku bûye modêla Sûriyeya siberojê, têk bibe, di nava hewldanan de ye.”
‘Dewleta Tirk operasyonan bi rêve dibe’
Îlham Ehmed da xuyakirin ku dewleta Tirk piştgiriya komên çete di serî de jî piştgiriya çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam dike û wiha got: “Dewleta Tirk operesyonên xwe bi awayekî zindî birêve dibe. Êrîşên ku Tirkiyeyê li dijî Ceyş El-Siwar li Herêmên El-Şehba pêk anîn, amadekariyên êrîşên li ser Kantona Efrînê bûn.”
‘Dewleta Tirk jî beşdarî civînê bû’
Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de civaka navnetewî û nexasim dewletên ku beşdarî civîna Viyenayê bûne ji ber helwesta wan, rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîst e ku dewletên beşdarî civîna Viyenayê bûne, berpirsiyartiyên xwe yên di şerê li hemberî terorê de bicih bînin. Dewletên ku beşdarî Viyenayê bûn, biryar dabûn ku şerê komên terorîst ên wekî DAIŞ û El-Nusra bikin. Lê ew biryarên civîna Viyenayê pêk nayên anîn. Welatên ku beşdarî civîna Viyenayê bûne, tê xwestin ku bibin xwedî helwesteke ciddî derbarê komkujiyên li Herêmên El-Şehba û derdora Kantona Efrînê li di sivîlan de.”
TOLÎN HESEN/SÊVÎN OSMAN/ANHA/EFRÎN