Dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dest bi êrişan kir û Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amed, Wan û Mêrdînê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji peywirê girtine û waliyên xwe li şûna wan wezîfedar kir. Her wiha li 29 navendan nêzî 500 kes hatin binçavkirin. Yekgirtûya Îslamî û Tevgera Goran li bajarê Silêmaniyê ji bo helwesta xwe raber bikin civiyan. Di civîna her dû aliyan de behsa pêkanîna aştî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hat kirin. Her wiha di beşekî din ê civînê de, behsa rewşa Iraq, Herêma Kurdistanê û herêmên bi nakok hatiye kirin. Her du aliyan diyar kiriye ku divê aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo aştî li Tirkiyeyê pêk were rola xwe bilîzin û ji dewleta Tirk hat xwestin ku dev ji siyaseta xwe ya dagirker û qirker berde.”
Li modêleke din bihizirin
Çavdêrê siyasî yê Başûrê Kurdistanê Luqman Hesen jî têkildarî êrişên dewleta Tirk yên li dijî şaredariyên HDP´ê peyivî û got: ”Dewleta Tirk tişta dike tol standina ji gelê Kurd e. Ji ber ku di hilbijartina şaredariyên Tirkiyeyê de dengê Kurdan rolek mezin lîst. Ji ber ku rejîma AKP´ê di hilbijartinan de derb xwar. Lewma dihate payîn ku AKP û MHP tolê bistîne. Tirkiye ber bi rewşek metirsîdar ve diçe. Ev rewş li Tirkiyeyê poşmanbûna ji hemû bangên demokrasiyê ye. AKP û MHP’ê bi vî karên xwe bizmarê dawiyê li tabûta demokrasiya xwe dan. Ev encam wiha li gelên Tirkiyeyê dike ku li ser riyek û modêlek din bihizirîn.”
Xwe ji ber aştiyê vedişêrin
Luqman Hesen di dawî de bal kişand ser peyamên Rêber Abdullah Ocalan ên ji bo aştiyê û got; “Peyamên Ocalan stratejîk û siyasî ne. Ji ber ku pêşbînî kiriye ku niyeta AKP’ê gavên metirsîdar in. Tê payîn ku li paşerojê AKP û MHP karên ji vê xirabtir jî bikin. Dixwazin xwe ji peyamên Ocalan ên aştiyê veşêrin. Pêwîst e ku Kurd li ser siyaseta xwe ya hemxebata li gel gelên demokrasîxwaz dewam be û ji derveyî xebata demokratîk û reya aştiyê nekeve nava tevgereke din.”
NAVENDA NÛÇEYAN