Li Stenbolê di nava wan de endamên HDP û CHP’ê jî hene bi piştgiriya saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan û sendîkayan bi şîara „Dawî li şerê Sûriyeyê bînin, ji mudaxaleya Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê re na!“ li Salona Civîna ya Cezayîrê bi daxuyaniya çapemeniyê damezrandina Bloka Aştiyê ji raya giştî re hat aşkerakirin. HEvberdevkên HDK’ê Ertugrul Kurkçu û Sebahat Tuncel, parlamenterên HDP’ê Ferhat Encu, Alî Kenanoglu, Beyza Ustun, Fîlîiz Kerestecîogl, Garo Paylan û gelek nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen, rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî civînê bûn.


‘Li dijî şer Bloka Aştiyê ava bû’ 

Endamê MYK’ê ya HDP’ê Gençay Gursoydi civînê de axivî û diyar kir ku demek dirêj e herêm di çembera agir de ye û got ku bi şandina leşkeran a li ser sînor welat xistiye nava tirs û xofê. Gursoy anî ziman ku di vê pêvajoya amadehiya şer tê kirin de wan biryar wergirtiye ku Bloka Aştiyê ava bikin. Gursoy piştî axaftinê daxuyanî xwend. Gursoy da zanîn ku amadehiya şerekî ku kes nizane bê çawa bi encam bibe tê kirin û got ku li hemberî vê yekê hewceya aştîparêz bên cem hev derketiye holê. Gursoy bilêv kir ku di encama geşedanên li Rojava derketiye holê de pêvajoya çareseriyê hatiye rawestandin û wiha axivî: „Me li hemberî polîtîkayên hewl dide xaka me têxe nav şerekî qirêj Bloka Aştiyê ava kir.“ Gursoy bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin vê blokê.Piştî daxuyaniyê Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko axivî û got ku wekî sendîka ew piştgiriyê didin vê blokê û got ku ew li hembeî dagirkirina Iraq û Sûriyeyê ne. 



‘Mudaxaleya Rojava îlankirina şer e’

Hevberdevkê HDK’ê Ertugrul Kurkçu jî di axaftina xwe de li rewşa Tirkiyeyê rawestiya û anî ziman ku hê jî îktîdar bi tena serê xwe biryaran digire. Kurkçu da zanîn ku tirsa rayedarên Tirkiyeyê ne tehdîta ser sînor e û got ku ew ji bo DAIŞ‘ê biparêzin ketina nava liv û tevgerê. Kurkçu anî ziman ku mudaxaleyeke biçûk a li hemberî Rojava tê wateya îlanlirina şerê li her çar parçeyên Kurdistanê û li hemberî gelê kurd. 

Hevserokê ODP’ê Alper Taş jî anî ziman ku wan li hemberî koalîsyona şer Bloka Aştiyê avakirine û bi zêdekirina hejmara leşkerên ser sînor bingeha ketina Sûriyeyê amade dike.

Nûnerê EMEP’ê jî got ku blok bi demê re wê bi hêztir bibe û bang li her kesî kir ku li hemberî şer xwedî li vê blokê derkevin.

Nûnerê Konferansa Îslama Demokratîk (DÎK) jî got ku di bingeha hemû baweriyan de aştî heye û anî ziman ku komkujiyên DAIŞ’ê pêk tîne derveyî îslamê ne.

Hemû beşdarên tevlî civînê bûn piştgiriya xwe anîn ziman. 



Piştgirên Bloka Aştiyê 

Rêxistinên kedê: Sendîkaya Deritexê, DÎK, DÎSK, Gîyîm-Sen, KESK, TMMOB, TGS, TODAP, TTB û TYS.Tevgerên jinan: Tevgera Jinên Ereb, Hewldana Jinana a Ji bo Aştiyê, KJA, Kollektîfên Femînîstên Sosyalîst

Partiyên siyasî: DBP, DÎP, DSÎP, EHP, EMEP, ESP, HDP, Partiya Demokrasiyê ya Karkeran, ODP, SDP, SYKP, Partiya Keskan û Pêşeroja Çepgir û parlamenterê CHP’ê yên ku partiya wan destek nedaye yên wekî Fîkrî Saglar, Îlhan Cîhaner, Mehmet Tum, Musa Çam, Niyazi Nefi Kara, Nurhayat Altaca Kayişoglu, Muslum Bozkurt, Oguz Kaan Salici, Onursal Adiguzel, Orhan Saribal, Sezgîn Tanrikulu, Veli Agbaba, Zeynel Emre, Zeynep Altiok.

Sazî û dezgehên siyasî: KCD,Tevgera Şoreşgerî, DHF, Halkevlerî, HDK, Kaldiraç, Partîzan, SODAP, TOP-G, Turkiye Gerçegî.

Rêxistin û platform: Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, Hewldana 78’an, Akademî Susmayacak, AKA-Der, Komeleya Elemanên Hîndekariyê yê Zanîngeha Akdenîzê, Aktif Toplum, Komeleya Alternatif Gelecek, Yekîtiya Erebên Anatolyayê, Tevgera Erebên Anatolyayê, Kovara Başlangiç, Kollektîfa Em Li Vir in, Komeleya Çanda Elewiyan, Federasyona Elewî-Bektaşî û Hewldana Aştiyê. 


 DÎHA/STENBOL