Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sebahat Tûncel a weke qiseker beşdarî kampa îdeolojîk a Eniya Çep a li Fransayê bû, îlanên xwerêveberiyê û hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê de ji ANF’ê re nirxand.
Tûncel diyar kir ku têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd a li hemberî DAIŞ‘ê, nêzîkatiya Ewropayê ya li pirsgirêka Kurd ji hin aliyan ve guhertiye û got, “Lê belê ragirtina navê PKK’ê di lîsteya ‘rêxistinên terorê’ de li pêşiya zemîneke demokratîk a çaerseriyê û pêkhatina aştî û muzakereyê asteng e.”
Tûncel bal kişand ser girîngiya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ ya Yekîtiya Ewropayê û ev xal destnîşan kir: “Ji bo aştiyeke mayînde pêk were, divê Yekîtiya Ewropa zextê li Tirkiyeyê bike ku bi PKK’ê re muzakereyê bike. Zext jî têrê nake, pêwîst e ew bi xwe jî destekê bidin vê pêvajoyê.”
Tûncel bibîr xist ku Hevserokên HDP’ê li Tirkiyeyê bi Sefîrên Bilind ên yekîtiya Ewropayê, DYA, û Îngilîstanê re hin hevdîtin kirin û got, “Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re rûnişt. bi Serokkomarê Awûstûryayê re hevdîn kir. Di mijara aştî û muzakereyê de nêrîn û pêşniyarên HDP’ê yên ji bo çareseriyê, tê ragihandin. Ji bo xwerêveberiya gel pêk wre, welat demokratîk bibe û pêşî li siyaseta aktîf were vekirin, em têkoşîna xwe dewam dikin. Erdogan bi îlankirina hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê re vîna gel a di 7’ê Hezîranê de derket holê, red kir. Yên ji aliyê paradîgmaya aştî, demokrasî û azadîparêziya jinê helwest nîşan dan, yên destek dan aştiyê, yên destek dan pêvajoya jiyana nû, helwesta xwe li aliyê HDP’ê destnîşan kirin. Di 1’ê Mijdarê de jî wê bloka aştiyê bi destekkirina eniya aştiyê re careke din vîna xwe nîşan bide.”
‘Gel wê were desilatdariyê’
Hevberdevka HDK’ê Sebahat Tûncel ji bo hilbijartinên pêşwext ên 1’ê Mijdarê got, “Li gorî min, kêm zêde wê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî heman rewş dewam bike. Wê parlamentek ji 4 partiyan hebe. Pirsgirêka HDP’ê ya bendê nîne. Bi dîtina min wê HDP dengekî bilindtir bi dest bixe. Li gorî min, li dijî polîtîkaya şer faşîzan a AKP’ê, mirov wê xwe bidin aliyê aştiyê. Hilbijartinên 1’ê Mijdarê bi awayekî rasthatî, di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê de pêk tê. Di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de çawa ku cîhan hemû ji bo Kobanê daket kolanan, ez bawerim di 1’ê Mijdarê roja hilbijartinê de jî wê alîgirên aştî û demokrasiyê biçin ser sidoqan û polîtîkaya şer a AKP’ê bisekinînin. Xeyalên AKP’ê yên desthilatdariya bi tena serê xwe, xeyalên Erdogan ên bûyîna serok, wê pêk neyê. Aştî û azadî wê qezenç bike. Gel wê bibe desthilatdar.”