Dagirkerê dewleta Tirk ê bi navê qeyûm li Wanê hezar roj in, çalakî û xwepêşandan qedexe kirine û di vê çarçoveyê de karûbarên civakî û çandî jî qedexe kiriye. Dagirkerê bi navê Mehmet Emîn Bîlmez dawetên Kurdan jî qedexe kir.
Dawetên dawiya vê hefteyê li herêmên cuda yên Wanê pêk hatin bûn hedefa êrîşa polîsên Tirk.
Bajar bi qanûnên dagirkeriyê tê rêvebirin
Bajarê Wanê di van salên dawî de bûye bajarê ku herî zêde qedexe lê tê ragihandin. Wan ne bi destûra bingehîn û hiqûqa gerdûnî lê belê bi erkên Walî tê birêvebirin. Li Wanê hezar roj in ku çalakî û xwepêşandan hatine qedexekirin. Di çarçoveya biryara walîtiyê de ku qedexe 15 rojên din jî dirêj kir, gelek konser û festîvalên ku gelek hunermend tevlî bibin hatin qedexekirin.
Em ê êrişa li ser çanda xwe qebûl nekin
Dagirker di vê çarçoveyê de bela xwe li dawetan û hunermendên beşdarî wan dibe dide. Polîsên Tirk destpêkê li komên muzîkê yên li dawetan distirên geriyan û di mijara stranan de ew hişyar kirin. Dawiya hefteya derbasbûyî qîma xwe bi vê yekê jî neanîn û bi helîkopterê bombeya gazê avêtin dawetê. Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî destwerdana bi gazê ya polîsên Tirk dan û gotin, ew ê êrîşa li dijî çand û kevneşopiya xwe qebûl nekin û dawetên xwe her pêk bînin.
Polîsên Tirk ên li Wanê beriya 3 salan bang li komên muzîkê kiribûn û lîsteya ‘stranên qedexe’ pêşkêşî wan kiribûn û gef li wan xwaribûn.
ANF/WAN