Balafirên şer ên dewleta Tirk roja 30’ê Cotmehê bombe li mizgeft û malên li gundê Bêdadê yê herêma Çemankê barandin. Herêma Çemankê li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê ye.

Ji şêniyên gundê Bêdadê Mam Ehmed nerazîbûn nîşanî êrişan da û got, cihê van êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ne di dînê Îslamê de heye, ne jî di baweriyeke din de. Mam Ehmed got, “Dewleta Tirk bi rêya van êrişên dagirkeriyê dixwaze me bitirsîne û gundê me vala bike. Em ê li pêşberî van êrişan bi paş ve gavê neavêjin.”

 

ANF/BEHDÎNAN