Hêzhen Koalisyona Navneteweyî pêr û doh hin noqteyên Musilê bomberduman kirin. Li aliyê di bicîhkirina hêzên pêşmerge û leşkerên Iraqê ya li derdora Mûsilê zêde dibe. 

Balafirên Koalîsyonê dest bi bombebarana herêmên Şellat û navenda bajarê Mûsilê kirin. Pêr êvarî û doh balafirên Koalîsyonê dest bi bombebarana navenda bajarê Mûsilê û navçeya Şellatê kirin. Hatê ragihandin ku çend civînên çeteyan bûne armanca balafirên Koalîsyonê.

Dîsa çavkaniya leşkerî cih da van agahiyên girîng ên ji bajarê Mûsilê; “Agahî gihiştine hêzên ewlekariyê ku çend roj in rewşa bajarê Mûsilê aloz û tevlîheve. Hewl hatiye dayîn ku darbe li bajêr çibe, darbeya ku destê alîkarekî Bexdadî jî tê de hebûye. Pîlana vê darbeyê ew bû ye ku bajar bê şer radestî hêzên Iraqî were kirin. Lê belê darbe negihiştiye armanca xwe. DAIŞ’ê jî 58 endamên xwe ku beşdarî darbeyê bûne, kuştiye.”

Pêşmerge li derdora Mûsilê bi cih dibin

Li gor nexşeyek leşkerî, hêza herî nêzî Mûsilê baregehek leşkerî ya pêşmergeyane ku li Nawerane. Ew jî dikeve 18 km Mûsilê. Li gor nexşeyê, Xazir 20 km ji DAIŞ’ê dûre û Bendava Mûsilê ye ku 30 km ji Mûsilê dûre, pêşmerge û artêşa Iraqê jî li wir bicih bûne. Li gor heman nexşeyê her wiha hêzên pêşmerge li Keskê bicih bûye ku 40 km ji navenda Mûsilê dûre. Guwêrê jî 48 km ji Mûsilê dûre ku hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê tê de ne.

Belavok hatin avêtin

Di çarçoveya guhertinên ji bo destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê de, şevê din balafirên Iraqê ji xelkê Mûsilê re belavok avêtin û gel ji bo destpêkirina operasyonê agahdar kirin. Balafirên Iraqê bi hezaran belavok avêtin Mûsilê ku tê de dibêje: “Dema serkeftinê ye. Dema wê hatiye ku em şahiyê ji bo Iraqa ku tê de DAIŞ nîne, bikin.”

Tirkiye leşkerên nû şandin Başîka!

Tevî ku Parlemento û hikumeta Îraqê nerazîbûn ji ber hebûna leşkerên Tirk li Başîka anîn ziman û destûr nedan ku leşkerên Tirk cihê xwe di operesyona Mûsilê ku wê di demeke nêz de destpê bibe, bigre, hat îdîa kirin ku artêşa Tirk hêzeke nû rêkir Başîka. Li gorî nûçeya ku di ANF`ê de hatiye belavkirin,  çavkaniyên herêmî ji Duhokê agahî dane û ragihandin ku duh bi şev saet di 01:00 de, bi qasî hezar û 200 leşkerênTirk tevî 8 tank û gelek maşînên zirxî derbasî herêma Başîka bûne.

Ji çavkaniyên fermî, di vê der barê de hê ti daxuyanî nehatiye dayîn.


HEWLÊR