Buroya Ragîhandinê ya YPG’ê ya Kanotna Efrînê derbarê maşîneyeke wan a leşkerî ku bi bombeyên ji aliyê çeteyên ‘Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê’ hatiye hedefgirtin, daxuyaniyek weşand.

YPG’ê diyar kir ku tevî mercên zehmet û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser bajarokê bakûrê Helebê Marihê, şervanên wan ji bo alîkariya sivîlên li bajarok asê mayî û xilaskirina wan ji komkujiyan, korîdoreke mirovahiyê vekir.


‘Emerîka bombeyên Tow da çeteyan’

YPG’ê ragihan ku komên li herêma Ezazê dimînin ji cîhê xwe tev nagerin û got, ew kom ferman û perspektîfên xwe ji dewleta Tirk digirin.

YPG’ê diyar kir ku maşîneyeke wan a leşkerî 12 hezîranê ji aliyê komên opozîsyonê yên li gundê Kelcibrîn ê girêdayî herêma Ezazê ve bi bombeke Tow hat hedefgirtin û got: “Mixabin ev bombe ji aliyê Emerîkayê ve ji wan re hatiye şandin.”

YPG’ê nûçeyên ku ji aliyên van koman ve têne belavkirin ku îdîa dikin hejmarek ji şervanên YPG’ê şehîd bûne jî derewand.

Balafirên Emerîkayî ku serkêşiya êrîşên Koalîsyona Navnetewî li Sûriye û Iraqê dike, demekê beriya niha ji komên çete yên li bajarokê Marihê yê girêdayî Ezazê re çek û cebilxane avêtin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN