Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) diyar kir ku hêzên dewleta Tirk bombeyên qazanan bi werîsên ji pola bi helîkopteran ve girê didin û li herêmên şer datînin. Di daxuyaniya YPS'ê ya li ser mijarê de ev agahî hatin dayîn:

NISÊBÎN: "Roja 16'ê Gulanê, polîsên tîmên taybet dema ji aliyê Weysîka ve hewl didan bikevin nava taxê, bûn hedefa yekîneyên me. Di encama lêdana bi çekên ferdî de polîsekî tîmên taybet hat kuştin.

Bomberdûmana li hemberî taxan bi dijwarî dewam dike. Li Nisêbînê, çeteyên Qesrê qazanên bombeyan bi werîsên ji pola bi helîkopterên Skorsky datînin qada şer."

Di vê navberê de hate ragihandin ku doh di encama derbasbûna tankekê de teqîneke mezin rû da. Hat zanîn ku di teqînê de 1 jê giran 7 tîmên taybet birîndar bûn. Li taxa Abdulkadîrpaşayê, di dema derbasbûna tankekê de teqîneke mezin rû da. Di encama teqînê de 1 jê tegmen, 5 jê çawiş û polîsekî tîmên taybet 7 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyê.

ŞIRNEX: "Roja 15'ê Gulanê, li hemberî maşîneke zirxî ya Kobra û tankeke hewl didan bikevin nava taxa Cûmhûriyetê çalakiyeke sabotajê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiya yekîneyên me de maşîna zirxî ya tîpa Kobra îmha bû, tankê jî derb xwar û ji neçarî vekişiya.

Roja 16'ê Gulanê jî maşîneke zirxî ya tîpa Kobra xwest bikeve nava taxa Cûmhûriyetê. Di vê kêliyê de, yekîneyên me bi çekên giran derb lê dan." YPS´ê da zanîn ku di dema daxuyaniyê de şerê li herêmê dewam dikir û ew ê agahiyên berfireh piştre parve bikin. YPS´ê wekî din da zanîn ku maşîneke zirxî ya tîpa Kobra ya dixwest bikeve nava heman taxê derb xwariya, çeka li serê îmha bûye û maşîna zirxî vekişiyaye. Heman rojê danê nîvro jî maşîneke zirxî a dixwest ji aliyê muduriyeta polêsan a berê bikeve nava taxê hat îmhakirin û daxuyaniyê weha  dewam kir: "Piştre komek ji polîs û leşkerên tîmên taybet xwestin bikevin nava taxê. Yekîneyên me bi çekên giran û ferdî li van dan. Hejmara kuştî û birîndarên leşker û polîsan nehat zelalkirin."


Cenazeyên polîsan vedişêrin

Tê gotin, cenazeyên polîsên tevgera taybet ên di şerê navbera artêşa Tirk û YPS'ê de mirin, li morgê ne. Hat ragihandin, cenazeyên 21 polîsên tîmên taybet ên Tirk ku di şerê demên cuda yên li hemberî YPS'ê de hatin kuştin, li morga Nexweşxaneya Leşkerî ya 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor in. Hat hînbûn, ev her 21 cenaze yên polîsên di du hefteyên dawî de li taxên Bahçelîevler, Cûmhûriyet û Îsmetpaşa hatin kuştin e. Tê texmînkirin, ji ber ku dewlet naxwaze kuştiyên xwe eşekere bike, ev cenaze hînê eşkere nekirine. 


 MÊRDÎN/ŞIRNEX