Ji ber zêdebûna şer û nêvenga pevçûnan û li bajaran zêdebûna avahiyên betonî, cihekî kevok xwe lê bihêwirînin jî tune bû. Li Tirkiye û Kurdistanê û li Amedê jî yekemîn car ji bo kevokan borexaneyeke taybet an jî hêwirgehek hat avakirin. Yek ji van hevkarên mala kevokan Hasan Huseyîn Tugcu got, “Ji ber ku li wir qada jiyanê nemaye, hevalên me yên li navçeyê dijiyan, kevokên xwe anîn vir û me dest bi xwedîkirina wan kir.”  Tugcu anî ziman ku, ji ber yekem car çandinî û hilberîna genimî li ser xaka pêk hatiye, xwedîkirina kevokan jî li ser vê axê destpêkiriye. 


AMED