
Botan ango Mezra Botan, cihê ku xwe bi xwe li ser linga dihêle, bê ku pêwîstiyê tu kesê bibîne li ser lingan dimîne. Botan, navê ew gelên ku li ser dijîn e. Ji bo vê Mezra Botan di dîroka xwe de balê neyar û rikê wê kîşandiye li ser xwe. Kesên ku xwastine li ser Botanê hukmê xwe bide çêkirin beriya her tiştê dest diavêjin şêwazê jiyana ku xwe bi xwe rê ve dibe û bi serê xwe li ser linga di mîne tune bike. Mirovên Mezra Botan, di şertên erdnîgariyê yên giran de mezin bûne û ji ber ku neyar wan dorpêç kirine têkiliyê wan ji cîhanê re qut kirine û kêmekê jî hişk mezin bûne.
Di heman demê de hunerên wan yê li hemberî zor û zehmetiyê jiyan kirin, jiyanê dayîna avakirin û afirandinê pir pêş de ye. Ji bo vê jî her tim li hemberî hemû zehmetî yên jiyanê çareserî hilberandine, bersiv dane û rêya jiyanê xêz kirine. Ev weke taybetmendiyên botanî yên di botaniyan de heye. Ger ku ferd di dilê Gabarê de hatî be cîhanê, di hundirê keviran de tirî gihan dibe, keviran çal kiribe û kiribe çavkaniya depoyên avê û çiyayê weke Pîrê Sim ê ku rêya rojekê daxistibin pênc hurdem ew dem li wir pîvanên xwezayê cuda dişuxile.
Keleha berxwedanê
Dîroka Kurdistanê de kelehê ku bê navber li ber xwe daye jî Botan e. Ev kelehên berxwedaniyê di dîrokê de kelehên berxwedaniyê tên binavkirin. Dema mirov li ser lutkeyên wê ber bi Başûr ve binêre daristaneke pir mezin dikeve ber çavên mirovan. Di milê wê yê Rojava deşta Hezexê xwiya dike, di milê wê yê Rojhilat de jî deşta Cîzirê ye. Di vê milê de cihê ku di pêşde dirêj dibe sînorê Rojava û deşta Dêrikê xwiya dike.
Di hundirê vê deştê de cihê ku gundê Kovax û Deşta Darê cîh digire girek li ber çevê mirovan dikeve. Di Rojava yê van deran de li ser sînorê Sûriyeyê çiya yên ku nêzî Nisêbîne çiyayên Bagok çavên mirovan dikeve û rêz dibe. Dema mirov berê xwe di de Rojhilat di despêkî de tişta ku çavê mirov dikeve ew çiya yê ewsane, bi heybet ango çiyayê Cûdî ber çavê mirovan dikeve. Ligel wê jî çiya yê ku weke pişta kêrekî tûj dirêj di be û çiyayê Cûdî re di be yek û çiyayê Kêra jî balê mirovan dikşîne li ser xwe.
Di wê demê de dema mirov kêmekî çavên xwe di milê çepê de di zivrîne di bîne ku newalek kur û di wê newalê de rêyek asfalt xwe di zivrîne diçe boxaza Kasrok ji wir jî ber bi Cizîrê ve dirêj di be. Di kêlekî newal yên rast û çepê de cîhên cîhkirî xwîya di bin. Dêrgulê, bajarê Şirnexê û girên ku cihên garnîzonên leşkerî hene dikeve çav de. Piştre jî çiya yê ku bi tenê serê xwe biçûk, lê çik, dîtina wê ya bi zaxor, bi seknek azad û jîxwe bawer çiyayê Serxwebûn bala mirovan dikşîne.
Cih cih jî cihên çandinî û cîhên daristanan tê xwiya kirin. Çemê ku di biharan de har di be û bi lêz dixwaze rojekî ji rojadin zutir xwe bigihîne Dîcle bi ew ava xwe ya sor re di herike. Dema mirov ber bi Bakur ve di zivire ew çiya yê berfireh, tazî û asî bi zinarên xwe yê bi boz re baweriyek pir mezin dide mirovan.
Çirav jî bi çiya yê ku navê wê çiyayê Lode û bi boxazekî re tê girêdan. Çiyayê Lode mizgîniya deşta Mişare û cîhên ku avane di de mirovan. Bi daristanên xwe yê ti jî, bi şînkatî ya xwere, bi xaka xwe ya bi bereket û çavkaniyên xwe yê avê re ji mirovan re agahî yê bereket bûyînê dide. Ber bi Rojava ve di milê çepê de deşta Harûna, Gundikê Melê, çemê Botan cihê ku bi Dîcle re dibe yek û hembêza xwe ji mirovan re vedike.
Di milê rastê de deşta Mişare re di be yek û çiya yê Ayne weke bangawaziyek nepenî bala mirovan dikişîne li ser xwe. Çemê Botanê yê ku ji Perwarî de di zivire tê li vir jî çiya yê ku girêdayî Mawa û Kerboranê çiyayê Dîlan cuda dike û sînorê bihuştê û bi xweşikbûyînê re xîz dike, piştre jî kêfxweşiya gihandina Dîcle re dijî. Belê weke ku hûn jî fêm dikin di be ku ev der di Kurdistanê de cîhê ku herê xweş yê ku mirov bi bîne. Ango Gabar.
Erdnîgariya Gabarê
Dema mirov tenê bi serê xwe weke çiyayeke bi nav bike wê pir kêm bi mîne. Gabar cihê jiyanê, cîhê parastinê, cîhê hilberîn û berhemên herê giring e cîhê şere û yê ku têde cîh digrin jî wan di parêze. Ez dema van gotina ne rêz dikim dizanim ku ez mafê xweşikbûyîn û wateya Gabarê yê ku di dîroka şerê me de heye nadi mê. Jixwe mirov çiqasî behs bike jî wê kêm bimîne.
Belê beriya her tiştî em erdnîqariya Gabarê nas bikin. Dema ku mirov di milê Cizîrê de bi wesayîtê dikeve rê ew dem mirov dikeve rêya Hezexê. Dema ku mirov ji Hezexê bi rê dikeve ji derveyê bajar ber bi tabûra dijmin a herî mezin ku ber bi sînor ve ye derbas dibe, ber bi piştê ve diçe. Tabûr li cihekî pir fireh e. Qada wê ya leşkerî jî ew cihê ku ji Dîcle heya ber bi gundê Basîskê digire nava xwe ye. Ev tabûr di sala 1992- 93’an de bi avêtina topan bi dehan malên cizîriyan xirab kiriye û bi dehan zarok, dayik û bavan qetil kiriye. Dema wesayît di hundirê gundê Basîskê re derbas dibe hêdî hêdî boxazê qut dike û digihîje deşta Cizîrê-Hezexê. Dema ku mirov hinekî din dimeşe gundê Hoser derbas dike, ji gundê mizgeftê jî ber bi milê rastê ve dikeve ser rêya gundê stabilîze û ber bi ava Dîcleyê ve diçe. Ji gundê Cerahî şûnde jî êdî rê bi meşê dest pê dike. Ev gund jî ji eşîrên Kiçî ne û bi milîsên xwe re pir alîkarî dane tekoşîna me ango gundekî welatparêz e. Ger ku kelekên gundê Cerahî û gundê Hezexê Xendek nebûna derbaskirina ava Dîcleyê wê ji bo me pir zehmet bûya. Kelekvanan bi nepenî yekî lastîkên xwe dianî, ji cihekî din jî dar û werîsên ku veşartibûn dianîn. Bi germahiyek pir mezin dest çêkirina wê dike. Di vê kêliyê de her kesê karekî dikir. Carna ev kar pir zû xilas dibû carna jî bi saetan berdewam dikir.
Dîcle wisa xuya dike ku pir rehet û nazenîn diherike. Lê dema ku mirov diçe navenda wê ew dem dibînê ku çiqasî şêt diherike. Ji bo wê jî kelekvan pir lez dikin, ji bo ku xwe bigihîjînin milê din ê avê. Dema ku mirov diçe milê din ê avê ew dem lingê xwe datîne ser quntarên Gabarê. Ev cihên ku ji berê ve hatine diyarkirin cihên aîdê gundên girêdayî Gabarê, Keraşan û Zewê ne. Ji geliyê Quzrê newal bi newal mirov dihilkişe Çiyayê Bizina. Çiyayê Bizina destpêka Çiyayê Gabarê yê herî bilind e. Li vir em behsa çiyayê ku ligel Çiyayê Bizinan e, çiyayê Derayê ku bi çiyayê Cûdiyê Kêrasî re dibe yek bikin. Ev der pir zaxor e û ji bo derbasbûyîna Cûdî cihê Gabarê yê dawî ye. Wekî kêreke tûj ber bi Dîcleyê ve diçe û cihê ku ji çiyayê Rîsor qut dibe jî jê re dibêjin boxaza Qesrikê. Berdewama wê jî Kêra Cûdî ye. Ev der cihê ku hevalê Şiyar (Kazim Kulu) bi 11 hevalan re di sala 1992’an de ji bo ku derbasî Cûdî bibe navber didin û piştre jî li vir şehîd dikevin e. Ji bo vê jî di tekoşîna me de cihekî wê yê girîng heye.
Çiyayê Bizina
Lûtkeya Çiyayê Bizina yê herê jor jî Gavser e. Di hundirê wê de jî xaniyên binerd ên bi nav û deng Hazarokan, Zivingok, Bunusta û ber bi Çiyayê Findikê ve jî gundê Awen û Benat cih digirin. Li milê Çiyayê Bizina yê Rojhilat jî gundên Dara, Qesrok û Şerefiyê cih digirin. Ev gundî, herî zêde bi çandinî û sewalan debara xwe dikin. Dema ku mirov dikeve hundirê deştê gundê Aşilme bi fêkiyên xwe, bîstanên xwe, darên xwe dikeve pêşiya me. Di heman demê de, gundê Berêmirî ji bo ku mirov hilkişe Gabarê tê re derbas dibe. Piştî ku mirov ji Berêmiriya seat û nîv rê dimeşe digihîje lûtkeyên Gabarê û ser girê Şehîd Osman. Mirov li ser vê derê rûdinê û li derdora xwe mêze dike û pirsan ji xwe dike. Gelo kîjan heval di van deran re derbas bûne, li ber vê çiyayê çi hatiye jiyîn, li ser wê çi hatiye jiyîn, li van deran çi qewimiye, kî hatiye, kî derbas bûye bersivên van pirsan bi serê xwe pirtûk in. Di milê girê Şehîd Osmanyê başurê rojava de noqteya hevalê Cemal heye. Noqteya Hêk, noqteya Jiyanê, noqteya Xursê, li milê rojava jî, noqteya Golê, noqteya Hirareş, Sîpîvyan, Helîkopter û noqteya Newrozê heye. Dema ku mirov kêmek ji girê TRT û çeşmeya Kaya ber bi milê rastê ve diçe cihê ku hevalê Egîd li şehîd ketiye dikeve pêşiya mirov. Ev der navenda gundên Meydîn, Derşev, TRT û Sîpîvyan e. Ango ji bo tevgerînê cîhekî ku mirov bikaribe bi her deran ve biçe, ewqasî cihekî stratejîk e.
Dema di milê rojhilat re di ser Cûdî re mirov derbasê Çiyayê Gabarê dibe, di destpêkê de rê ya Şirnex û Cizîrê ji hev qut dibe. Geliyê Qesrikê û piştre jî bi Bakurê rojava re xetek tê xêzkirin, Dara Şerefiye, Meydîn û di xeta Deşta Lala re derbasê Gabarê dibin. Di milê Bakur de jî ji bo hatina rêya ku Çiyayê Çirav, Reşîne û gundikê Şex re derbas dibe têbikaranîn. Dema ku mirov ji Çiyayê Çiravê tê ji gundê Nîtê xwe berdide jêr di deşta Çelê Mazî û bin gundê Serxate re derbas dibe û rêya hestira tê şopandin ava Basret tê derbaskirin û derbasê gundê Basret dibin. Ya herî girîng jî, dema ku mirov ber bi lûtkeyan ve diçe sarincên ku di berê de hatine çêkirin tên pêşiya mirov.
Dema ku mirov bixwaze di milê Rojava de derbikeve ser Gabarê di milê Kerboranê de li Çiyayê Dîlan û Çiyayê Mawa ava Botan tê derbaskirin û derbasê Deşta Harunî û Mişarê dibe û wisa derbasê Gabarê dibe. Dema li Çiyayê Dîlan re bi kelekan av tê derbaskirin, Basa ya ku navçeya Deşta Harûnî ye ji wir jî li ser gundê Çelak re derbasî Bana dibe.
Nirxên me yên mezin ên ku me li Gabarê winda kirine, îro bi wê heremêre bûne yek û wisa tên bibîranîn. Yek ji van nirxên me yên herî mezin jî rêheval Egîd e. Hevalê Egîd li herêmê bi Gabarê re bûye yek û wisa tê bibîranîn. Li ser vê bingehê di şexsê wan rêhevalên me de Çiyayê Gabarê, hevalên li wir şer dikin silav dikim.
Bêguman bi her awayî vegotina Gabarê pir zehmet û lewaz jî dimîne. Ji bo vê jî, di beşa din de jî em ê girîngbûna Gabarê di têkoşîna me de, girîngbûna wê ya di aliyê siyasî, leşkerî û stratejîk de, li ser rewşa neyar û ya gel bisekinin.
SARYA DENÎZ