Wan jî wek mirovên mayî yên li dinyayê xwestine ji wan feydeyan bigirin, xwerinên nû keşf bikin, gihayên şifadar û derman, her weha yên di xwerin û vexwarina ava wan de kêfê didin mirovan peyda bikin. Balkêşiya Kurdan bo nebatan di jayana wan de cihekî berfireh girtiye, wisa ku ew di gelek çîrok û stranên wan de jî bûne sembola tendirûstî û kêfxweşî wek; “Tuzik li ser ava ye, bêhnek xweş jê bela ye, tuzik dermanê dila ye” an jî “Delalo diliko, ji xelkê re ne tiştekî, li ber dilê min hinarê Bêleçûkê bêdendiko”.
Ansîklobediya Botanîk a Kurdî ‘Kitabün-Nebat’
Her çiqas dîroka lêkolîna nebatan li Kurdistanê digihêje kûraniya dîrokê jî lê ji ber ku ew nehatine nivîsandin, an jî yên nîvisandî windabûne, negihîştine serdema me. Tenê xebatên Ebû Henîfe Dînewarî bi nivîskî belav bûne ku ew li seranserê diyayê nadar in. Wek şarezayê gelek zanyariyan navê Dînewerî bi piranî jî bi pirtûka wî ‘Kitabün-Nebat’ derketiye pêş û ev pirtûk bûye babeta gelek lêkolînên akademîk.
Dînewerî di sedsala 9’an de li Kurdistana Rojhilat jiyaye û ji bilî seranserê welatê xwe li gelek welatên cînar jî li pey şopa nebaten ketiye. Ev xebata wî a ku ji 6 bendan pêktê û wek ansîklopediya botanîkê tê hesibandin. Li gorî ramana botanîstên hemdemîn xebata herî girîng ya piştî yên Grêkan e û bi ser de di warê kûraniya tasnîfkirin û berhevdanên nebatan û şirovekirina taybetiyên wan ên tibbî de ji wan jî pêşdetir e.
Balkêşiya nebatên Kurdistanê
Xebata akademîk ya Bruno Silberberg ji sala 1910’an û ya doktorayê ya Thomas Bauer ji sala 1988’an agahî û lêkolînên gelek berfireh û balkêş pêşkêşî me dikin.
Nebatên li Kurdistanê piştî Dînewerî bala gelek rêwî û zanyarên biyanî jî kişandine. Hin di sala 1292’an de gerokê navdar Marko Polo, dema ew ji bintara çiyayên Araratê re derbas dibe, di bîranên xwe de destnîşan dike ku: “… dema berf dihele û ava wê diherike nava deştê, axa wê gelek berhemdar dibe û li vir gihayên ewqas dewlemend û bi bereket şîn dibin ku ji hemû herêman keriyên pez û dewaran berbi van çiyayan dikişin.” Vê diyarokê her weha bala qasidê Qiralê Îspanyayê Rui Gonzales de Clavijo jî kişandiya ê ku di sala 1403’an de gihîştibû heman herêmê. Ew jî di bîranînên xwe de balê dikişîne ser cûdatî û dewlemendiya nebatên Kurdistanê.
Seferên botanhistan ên Kurdistanê
Dibe ku ev agahiyên kurt, lê watedar, bûn sedem ku Joseph Pitton de Tournefort ê Fransiz wek botanîstê biyanî ê yekem bi daxwaza hikûmeta welatê xwe ji bo lêkolîn û berhevkirina nimûneyên nebatan berê xwe da Çiyayê Araratê û di meha Tebaxa sala 1700’an de ji qûntarê wê heta bilindcihê berfa li ser wê lêkolîneke berfireh li ser gihayên wê axê kir. Di dema berhevkirina wan de hogira wî Claudie Aubriet ji wêneyên gelek gihayan amadekiriye ku ew heta roja îroyîn jî di muzeyan de tên parastin.
Her çendî Tournefort qala dijwariya hilkişîna Çiyayê Araratê û ya rewşa hewa wê wek astengên li ber lêkolîna xwe dike jî, ew gelek kêfxweş dibe derbarê gihayên taybet yên wî li wir berhev kirinbûn. Ew rewşa gihayên Araratê ji qûntarê wê heya belekiyên berfê dişibîne ya li erdnîgariya Ewropayê ya ji Îtalyayê heya Swêdê. Pirtûka Tournefort ya derbarê lêkolîn û bîranînên wî di sala 1717’an de hatiye weşandin ku tê de li gel wêneyên nebatên ji Kurdistanê hin agahiyên derbarê Kurdên li ser riya vegera wî a ji Araratê bi ser Qersê heta Erziromê de jî cih girtine. Ev berhema wî ji du cildan pêktên û hin di wê serdemê de bi gelek zimanan hatin wegerandin û weşandin.
300 hezar nimûne bire Awûsturyayê
Botanîstekî ku di heman derheqê de hewcedariya balkişandina li ser xebatên wî heye Dr. Theodor Kotschy(1813-1866) ê Awûsturyayî ye ku zanyarê herî bi nav deng ê ji sedsala 19 an e. Dr. Kotschy di encama lêkolînên xwe yên li Rohilatê 300.000 nimûneyên nebatan berhev kir û anî welatê xwe. Wî gelek ji van nimûneyan di rêwitî û lêkolînên xwe yên li Kurdistanê ya pêşîn di sala 1841 û ya dawîn jî di sala 1859’an de berhevkirbû. Piştî ku Dr Kotschy demeke kurt li Helebê ma, wî di meha gulan a 1841’an de tev hogirên xwe berê xwe da Ruhayê, piştre Amed, Mêrdîn, Nusaybîn, Cizîr û Musilê. Hemû nimûneyên gihayan yên ku wî heta 7 ê tîrmehê di nav herêman de berhevkirin anîn bajarê Helebê û ji wir jî ew şiyandin Ewropayê.
Di heman demê de wî amadekariyên xwe bona çûyîna herêmên çiyayî yên Kurdistanê kir. Dr. Kotschy di dawiya Tebaxê de dest bi vê rêwitiya xwe kir û raste rast berê xwe da çiyayên Amediyê. Wek wî hêvî kiribû, wî bi rastî jî li wir nimûyên gelek balkêş peyda kirin. Pêre di nav bîranên wî de salixdayîneke gelek berfireh û balkêş ya kela û bajarê Amediyê jî cih girtiye. Dr. Kotschy di vê navberê de dibe şahadê stranbêj û muzîkkarên Kurd û di pirtûka xwe de taybetiya awazên wan jî şirove dike. Ji wir ew vedigere herêmên bakûrê Kurdistanê û demek dirêj li Mûş, Bedlîs, Çewlik, Erziromê dimîne û lêkolîn û berhevkirina gihayan berdewam dike. Di dema rêwîtî û lêkolînên di nav çiyayên hemû van herêman de Kurd hogiriya wî dikin û dibin alîkarê wî.
‘Kurd xwedî karakterê xwazî ne’
Dr. Kotschy ji hin nebatan dermanan çêdike û dide Kurdan, bi vî awayî ew bi wan re dibe dost û heval. Dema ew qala lêkolênên xwe yên li herêma Gimgimê dike, salixê dan û standinên xwe yên bi Kurdan re jî dide: “Dostaniya min a bi Kurdan re gelek baş e. Jin, mêr û zarok her roj tên cem min ku dermanan bidim wan. Hemû herêm min nasdike, di hemû malên wan ên belengaz de bi dil û can pêşwaziya min dikin. Mirovên vê herêma Gimgimê jiyaneke gelek bêdeng û aşitiyane demişînin. Kurd mirovên xwedî qerektereke xwezeyî nin, kî carekê wan nas bike dibîne ku hewcedariya tirsa ji wan nîne.”
Dr. Theodor Kotschy cara duyem jî bona lêkolînan tê Rohilatê di sala 1959’an de li Kurdistanê vî karê xwe berdewamn dike û dîsa gelek nimûneyên gihayan berhev dike û wan dibe welatê xwe.
Li bazara rojava ‘Gihayên Kurdistanê’
Diyar e berhevokên van gihayan li welatên Ewropayê baldariyeke xurt peyda kiriye, ji ber ku li gel bikaranîna wan a di warê tibbê û dermançêkirinê de di warê bazirganiyê de jî rola wan çêbûye. Di hin hejmarên Rojnemeya Flora û Botanîkê ya ji sala reklamên bo firotina wan bi sernavê “Gihayên ji Kurdistanê û ji derdorên Heleb û Musilê” cih girtiye. Pêre hejmara cureyên guhayan, bûhayên wan, kêrhatî û navên wan jî hatine destnîşan kirin. Ji wê pêva ye ku di gelek botanîkên li bajarên roavayê de nimûneyên nebatên ji Kurdistanê peydakirî cihekî girîng digirin. Helbet di warê pêşdeçûyîna tibbê û dermanên dijê nexweşiyan û her weha ya zanyariyên derbarê xweyîbûnê de para xebatên Ebû Henîfe Dînewer, Joseph Pitton Tournefort û Dr. Theodor Kotschy li gel lêkolînên derbarê nebatan de gelek agahiyan derbarê Kurdan de jî neqil dikin.
MEHMET GULTEKÎN
FRANKFUR