Li bajarê Silêmanî ji ber boykotkirina welatiyan a kelûpelên Tirkî bazara berhemên navxweyî germtir bûye. Welatî li şûna berhemên Tirkî berhemên xwemalî dikirin. Dikandaran got, ji roja êrişên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê destpêkirin vir ve kirîna malên Tirkî kêm bûye.
14 roj in dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êrişeke mezin li dijî Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin. Welatiyên Başûrê Kurdistanê jî wek nerazîbûneke li dijî vê êrişê kampanya boykotkirina malên Tirkî dane despêkirin. Her ku diçe jî ev kampanya boykotê berfirehtir dibe.
Li ser kirîn û firotina berhemên Tirkî dikandarên nava bazara Silêmanî axivîn. Dikandaran dan zanîn ku divê berpirsên Herêma Kurdistanê li xalên sinorî rê bi hatina berhemên Tirkî nedin.
Dikandarê bi navê Awêser Abdullah ku li cadeya Mewlewî dikandartiyê dike, têkildarî kirîna berhemên Tirkî got; “Dema kiryar tên despêkê ji me dipirsin û dibêjin ger berhemên Tirkî be em nakirin. Piştî êrişên dewleta Tirk li ser Rojavayê Kurdistanê despêkirin û şûnde kirîna berhemên Tirkî kêm bûye. Piştî vê boykotê despê kir ez bi xwe jî êdî berhemên Tirkî naynim dikana xwe.”
Di dewma axaftina xwe de Awêser Abdullah daxwaz kir ku ev kampanya boykotê li seranserî Başûrê Kurdistanê were meşandin.
Divê boykot giştî û demdirêj be
Dikandarê binavê Îbrahîm Fetah jî li ser heman mijarê wiha axivî; “Ji ber vê boykotê kirîna tiştên Tirkî kêm bûye. Gelek tiştên li dikana min malên Tirkî ne. Ji bo mînak zeyta Tirkî heye bi 1500 dînariye lê li şûna wê welatî zeytê bi 2 hezar dînarî dikirin. Bê guman ev kampanya boykotê bandora wê li nava bazarê çêbûye. Her hefte ji min re barek nû dihat, lê ji ber nefiroştina wê vê heftiyê min sekinand.”
Di dirêjiya axaftina xwe de Îbrahîm Fetah got, ez jî dixwazim boykota malên Tirkî bikim û wiha domand; “Lê divê ev boykotek giştî û demdirêj be. Divê li xalên sinorî rê li pêşiya hatina berhemên Tirkî were girtin. Dema rê li pêşiya berhemê Tirkî hat girtin wê demê wê bazara berhemên navxweyî zêdetir bibe.”
Gandî bi vî rengî şoreş kir
Mamostaya bi navê Erxewan Mehmud ku yek ji kiryarên berhemên navxweyî ye li ser boykotkirina malên Tirkî wiha nêrînên xwe anî ziman; “Ji ber van êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê em êdî naxwazin berhemên Tirkî bikirin. Ji bo wê divê ev boykot were berfirehkirin. Gandî bi vî rengî şoreş li Hindistanê kir û em jî dikarin bi vî rengî herî kêm aboriya Tirkiyê lewaz bikin.”
Em ji berhemên xwemalî hez bikin
Herî dawî jî Erxewan Mehmud got, pêwîste ev yek bi me re bibe çandek ku em ji berhemên xwemalî hez bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî.; “Heya ku berhemên xwemalî bi dest min bikevin ez berhemên Tirkî nakirim. Divê ev boykot piştî rewşa Rojava baştir bû jî divê her dewam bike.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ
Ofîsek din a geştê beşdarî boykotê bû
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, ofîseke din a ku bilêtên seferên balafiran yên geştiyariyê difirot, geştên ji bo Tirkiyeyê boykot kir.
Ofîsa bilêtan a seferên balafiran a ji bo Tirkiyeyê, li navçeya Çoman a ser bi Hewlêrê, biryar da ku êdî bilêtên seferên balafiran yên ji bo çûyîna Tirkiyeyê nefiroşe.
Xwediyê ofîsê alaya Tirkiyeyê ji rêzên alên welatên din jî derxist.
Piştî êrîşên dewleta Tirk yên ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê weke helwestek netewî bi dehan kompanyayên Herêma Kurdistanê kel û pelên Tirkiyeyê boykot kirin. Bi heman armancê gelek televziyonan jî weşandina rêzefilmên Tirkî rawestandin.
Malên Tirkî boykot bikin
Serokê rêxistina Cotyarên Serdemê Faris Hisên bang li welatiyan kir da ku kel û pelên Tirkî boykot bikin û giringiyê bidin berhemên navxweyî.
Faris li ser boykotê axivî û got; “Pêwîst e ku xelkê Kurdistanê kel û pelên derve boykot bikin. Bi taybet jî yên Tirkiye û Îranê. Ji ber ku bikaranîna kel û pelên derve du caran ziyan digihîne gelê Kurd. Carek ziyanê digihîne berhemên navxweyî û ya din jî welatên cîran aboriya herêmê kontrol dikin.”