Boykotkirina malên Tirkiyeyê li Başûrê Kurdistanê bi xwe re ne tenê qelskirina aboriya Tirkiyeyê tîne, di heman demê de aboriya xwemalî ya Başûrê Kurdistanê bi xwe jî geş dike.
Kargeheke hilberîna zeytê ya li Helebceyê dibêje, daxwaza ji wan bazarê li gorî beriya mehekê 75 ji sedî zêde bûye. Cotkarên berhemên xwe difiroşin kargehê jî razî ne.
Li Germiyanê jî jin doza boykotkirina rêzefilmên Tirkan dikin û dixwazin kanalên hîna van nîşan didin êdî bibin xwedî helwêst. Ew boykotê weke sîleheke li dijî aboroya Tirk dibînin.
Li Başûrê Kurdistanê boykotkirina malên Tirk bi carekê li her deverê belav bû û hevgirtineke xurt a miletê Kurd nîşan da. Vê helwêsta neteweyî ne tenê piştgiriya bi rojava re û bi Berxwedana rûmetê re nîşan da. Di heman demê de bû wesîleyeke çê ji bo geşbûna bazar û aboriya nava Kurdistanê jî. Ji ber boykotê xelk bêhtir li malên Kurdistanê û yên deverên ji derveyî Tirkiyeyê dipirse. Di encamê de hem aboriya Kurdistanê geş dibe û hem jî ya Tirkiyeyê qels. Rêveberên yekê ji kargehên zeytê yên li Helebce diyar kir ku piştî boykotê daxwaza ji bo zeyta wê 75 ji sedî zêde bûye. Li aliyê din jin li herêma Germiyanê banga boykotkirina rêzefilmên Tirkan dikin.
Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û qirker ên li dijî Rojavayê Kurdistan, welatîyên Başûrê Kurdistanê dest bi boykotkirina malê Tirkiyeyê kir. Pêngava boykotê her diçe berfireh dibe. Bi vê re di firotina berhem û kelûpelên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê jî de zêdebûneke berbiçav xuya dike.
Li Helebceyê kargeha zeytê ku bi temamî ji zeytûnên li bax û baxçeyên Kurdistanê tê çêkirin, rojane 3 hezar lître berhem digihîne bazaran. Yek rêveberên kargehê diyar dike ku berhema çêdibe bi temamî xwezayî û xwemalî ye û got, “Ev zeytûn ên baxçeyên Kurdistanê ne. Em zeytûnan bi du cureyan ji cotkaran werdigirin, kîloya wan ji 250 dînarî heta 650 dînarî.”
75 ji sedî zêde bû
Rêveberê kargehê tîne ziman ku daxwaza berhemên navxweyî di vê pêvajoyê de zêde bûye û wiha dewam dike: “Berhemên me li gorî berî niha bi mehekê, 75 ji sedî zêde bûne.”
Cotkar Nejad Elî yê li bajarokê Pîremegrûn dimîne û zeytûnên xwe biribûn kargehê jî dibêje, kargeh tiştekî pir baş e û got, “Em daxwaz dikin, hikûmet çend kargehên din jî bi vî awayî ava bike da ku em zeytûnên xwe bikin zeyt û bi awayekî erzan bişînin bazaran. Ji ber yên ji derve tên, mirov nizane çi ye û çawa çêkirine.”
Rêzefilmên Tirkan jî boykot bikin
Daxwaza boykotkirina rêzefilmên Tirkî ku di hinek kanalên Başûrê Kurdistanê tên weşandin jî zêde dibe. Mamosta Heyfe Mecîd a ji Germiyanê diyar dike ku boykotkirina rêzefilmên Tirkî ji bo lêdana aboriya Tirkiyeyê çekek giran e: “Ji ber ku ew welat bi rêya rêzefilman sermayeke zêde bi dest dixe. Ji derveyî vê jî, rêzefilmên Tirkî bandoreke xerab li civaka Kurd dikin. Lewma boykotkirin erkeke exlaqî û nîştimanî ye.”
Rêvebera Giştî ya Pirtûkxaneya Gemriyanê Cîhan Mihemed jî dibêje, divê mîna boykotkirina malê Tirkî, rêzefilmên Tirkî jî bên boykotkirin: “Ji ber ku di pirraniya rêzefilmên Tirkî de li hemberî hemû temen û zayendan bi taybetî jinan heqaret tê kirin. Hewiha heta gelek caran li hemberî neteweyeke diyar a weke Kurd jî heqaretê dikin. Ew rêzefilm bûne sedemeke têkçûn û jihevcudabûna malbatan jî. Lewma boykotkirina wan erkeke pîroz e. Em dixwazin her kes boykot bike.”