Li Başûrê Kurdistanê boykotkirina malên Tirkiyê her diçe berfireh û bi bandor dibe. Li Dihokê pêngava boykotkirinê xwe bi rêxistin dike.
11´ê Mijdarê di bereya boykotê de pêngaveke nû dest pê dike. Beşdarên boykotê wê kanalên rêzefilmên Tirkî diweşînin ji televîzyonên xwe jê bibin.
Pêngava boykotkirina malên Tirkî, li Başûrê Kurdistanê dewam dike û roj bi roj berfirehtir dibe. Li Dihokê bi heman armancê pêngava ji bo boykotkirina malên Tirkî dewam dike û li bajêr 7 enî ji bo boykotkirina malên Tirkî kar dikin.
Endamê eniya boykotkirina malên Tirkî yê li Dihokê Eyhan Seîd got ku 7 desteyên boykotkirina malên Tirkî li Dihokê heye û wiha pêde çû; “Her bajarokek yê Behdînanê desteyek tê de heye. Her desteyek ji sê beşan pêktê. Evane jî beşên medya, beşên tora civakî û peywendiyanin. Ev deste bi weberhên û bazirganan re dicivin. Beşê medyayê di nava bazarê de bi rêya belavokan xelkê hişyar dike.”
Boykot bûye hevdengiyeke niştimanî
“Ev proseya pêngava boykotkirina malên Tirkî, bûye hevdengiyek nîştimanî. Ji ber ku êdî ew dijminê xwe nas dikin. Divê ev prose dewam bike. Her welatê ku dijminê Kurdistanê be, em dikarin bi rêya boykotê peyameke baş bidin wan. Em bi van pêngavane dibêjin hûn li Rojava dagirkeriyê bikin, em ê jî li hemberî we boykotê destpê bikin û gelê Kurd zindiye. Pêwîst e ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê tevlî pêngava boykotkirina malên Tirkî bike.
Yanî rasterast boykotkirina malên Tirkî ji bo berhemên navxweyî piştigiyeke.
Seîd di dewamê de Hikumeta Herêma Kurdistanê jî ji ber ku piştevaniya pêngava boykokirina malên Tirkî nake, rexnekir û got; “Divê desthilatdarên Başûrê Kurdistanê vê yekê bizane, ger sibe Rojavayê Kurdistanê were dagirkirin, wê heman êriş li ser Başûrê Kurdistanê jî bibe.
Jêbirina kanalên rêzefilmên Tirkî
Li Başûrê Kurdistanê wê di 11’ê Mijdarê de pêngava jêbirîna kalanên ku rêzefilmên Tirkî diweşînin destpê bike. Tê payîn ku dehzaran welatiyên Başûrê Kurdistanê beşdar bibin.
Beşdarên kampanyaya boykotkirina malên Tirkî heta 11’ê Mijdarê dem da van kanalan. Eger heta 11’ê Mijdarê weşandina rêzefilmên Tirkî nerawestînin, wê wan kelanan û kanalên din ên Tirkî ji cîhazên xwe jê bibin. Bi dehzaran kes amaden beşdarî vê pêngavê bibin.
Heta niha kanalên familî, Falkon û berê jî Kurdsat û BMC weşandina rêzefilmên Tirkî rawestandiye, lê dîsan hinek kanalên navxweyî û asmanî yên Kurdî rêzefilmên Tirkî dublaj dikin û diweşînin.
Zanîngeha Silêmaniyê çalak e
Xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê jî beşdarî kampanyaya boykotkirina kel û pelên Tirkî bûn.
Xwendekarên ku beşdarî kampanyaya boykotkirina kel û pelên Tirkî bûne diyar kirin ku ew piştgiriyê didin kampanyayê û wiha gotin; “Kesên ku kel û pelên Tirkî bikirrin wê bibe sedem ku ciwanên Kurd werin kuştin. Dibe ku em hemû nikarin di eniyên şer de cih bigirin lê em dikarin bi kampanyaya boykotê derbê li dijmin bidin.”
Her wiha xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê bang li tevahî xelkê Başurê Kurdistanê kirin ku beşdarî kampanyayê bibin û kel û pelên Tirkî boykot bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN