EHMED KERKÛKÎ / ROJNEWS/KERKÛK
Li dijî dagirkerî û qirkeriya dewleta Tirk li hemberî Kurdan, pêngava boykotê ya li nava Kurdan hemûyan destpîkirî ye, nexasim jî li Başûrê Kurdistanê didome. Xelkê bajarê Kerkûkê jî di vê boykotê de li refên pêş cihê xwe digirin û vê weke bersiveke êrişên dewleta Tirk dibînin.
Welatiyê Kerkûkê yê bi navê Ebdulah Xeyat dibêje, “Kengê wan partiyane destê xwe ji destê Tirkiyê bikêşin wê wextî em ê welatî jî dikarin ji bo li hemberî dagirkeriya Tirkiyê rawestin gavên zêdetir bavêjin.”
Elî Tecelî jî dibêje, “Ev der Kurdistan e û em jî zarokê vê xak û welatî ne, daxwaz ji pêkhate û çînên civaka xwe hemûyan dikim ku malên dewleta Tirkiyeya zalim boykot bikin.
Welatiyekî din Ferîdûn Elî jî dibêje, “Pêngava boykotkirinê erkekî niştîmanî û Kurdperweriyê ye.
Remezan Muhemed jî weha dibêje, “Ji ber êrîşên dewleta Tirkiyê, bira û xwişkên me di vê demsala sar de li kampan dimînin. Ez weke hemwelatiyekî bajarê Kerkûkê li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Kurdan, daxwaza boykotkirina malên tirkî dikim. Heyfe ku bi pereyên me biçin malên Tirkan, piştre jî bi wan perayan li dijî Kurdan êriş dikin.”