Sala perwerdehiyê ya nû bi gelek pirsgirêkan dest pê dike. Pirsgirêka herî mezin jî ew e ku bi milyonan zarok dê bi zimanê xwe perwerdehiyê nebînin. Di serî de gelê Kurd, daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî ya gelan bi polîtîkaya îmha û înkarê tê astengkirin. Têkildarî mijarê Serokê KURD-DER Mustafa Karaman diyar kir ku ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî dê dibistanan boykot bikin. Karaman wiha axivî: “Em ê bi xwendekarên zimanê zikmakî dixwazin re hefteyekê dibistanan boykot bikin. Di destpêka perwerdehiya sala nû de em dê hefteyekê zarokên xwe neşînin dibistanan. Em dixwazin ji dayîkê heta zanîngehê zarokên me bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibînin. Li Tirkiyeyê 34 ziman hene û niha nîviya wan ji ber asîmîlasyonê tune bûn. Ji van yek jî Kurdî ye. Dewlet dixwaze Kurdî tune bike. Ji ber vê em dê di hemû qadan de hewil bidin zimanê xwe bidin jiyîn.”
Helwestek li dij asîmilasyonê ye
Karaman got ku ji bo pêşxistina Kurdî qursan didin û wiha domand: “Em wekî komele her sal perwerdehiyê didin bi sedan kesî û em kesên perwerdehiyê didin, digihînin. Lê îmkanên me destûr nadin ku em hemû pêwistiyan bi cih bînin. Lê qasî me perwerdehî dayî jî, me encamên gelek erênî girtin. Kesên me perwerdekirîn, niha li komeleya me perwerdehiyê didin.”
Karaman gotina Erdogan ji bo Almanyayê gotî ya wekî, “Astengkirina zimanê zikmakî sûcê mirovahiyê ye” bi bîr xist û ev tişt gotin: “Erdogan niha heman sûcê mirovahiyê li dijî Kurdan dike. Tehamûla wan li hemberî çand, ziman û hebûna me tune ye. Ji bo vê divê em li kuçe, kolan, dibistan, bazar û malan de her tim zimanê xwe biaxivin û li dijî van polîtîkayên asîmîlasyonê derkevin. Em dê perwerdehiya zimanê zikmakî bidomînin.”
DÎHA/ENQERE