Çavdêrê siyasî Edalet Abdula da zanîn ku nabe ti berpirsê Kurd di vê demê de serdana Tirkiyeyê bike. Edalet bang li berdevkê hikûmetê jî kir da ku der barê serdana serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê de xelkê Kurdistanê agahdar bike û got; “Em li vir malên Tirkiyeyê boykot dikin, serokê Hikûmeta Herêmê jî serdana Tirkiyeyê dike. Di vê demê de serdana serokê hikûmetê ya ji bo Tirkiyeyê bi çi armancê û ji bo çi ye? Yanî divê bernameya serdanê diyar bike. Gelo ev serdan li ser daxwaza dewleta Tirk e? Yan bi pêşengiya herêmê ye. Heger li ser daxwaza Tirkiyeyê ye be, ji bo çi ye? Heger bi pêşengiya herêmê jî be armanca serdanê çi ye?”
Li gorî agahiyan, tê payîn serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyeyê bike û bi berpirsyarên Tirkiyeyê re bicive.
SILÊMANÎ/ROJNEWS