Şandeyeke leşkerî û îstîxbarî ya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bi rayedarên partî û rêxistinan hevdîtinan pêk tîne. Mirov bi rehetî dikare bibêje, helwêsta bi boykota li Başûrê Kurdistanê derketiye holê, dagirker û qirkeran ditirsîne.
Şandeyeke leşkerî û îstîxbarî ya Tirk li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike.
Şandeye dewleta Tirk a ji rayedarên leşkerî, MÎT û endamên Konsolosxaneya Tirk a Hewlêrê pêk tê, çend roj in li Herêma Kurdistanê rêze hevdîtinan pêk tîne.
Li gorî çavkaniyeke pêbawer, şandeya dewleta Tirk li Hewlêrê serdana partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê dike.
Li gorî heman çavkaniyê, di plana şandeyê de ji bilî hevdîtinên li gel partiyan; serdanên ji bo sazî, rêxistin û dezgehên din ên herêmê jî hene.
Têkildarî armanca serdana şandeya ti zanyariyeke zelal bidest neketibe jî lê ji hin gotinên wan ên di dema hevdîtinan de beşeke ji armancê xuya dike. Di hevdîtinan de şand ji nerazîbûna xelkê Başûrê Kurdistanê ya ji êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, nerehet in. Şandiyê di hevdîtinan de gotiye, ew li ser navê serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan hatine û îddîa kirine ku ew li dijî Kurdan nînin. Endamên şandeyê her wiha hewl dane, partî û rêxistinên Başûr li ser van îdîayên xwe îqna bikin. Ji vê jî diyar dibe ku boykota li Başûrê Kurdistanê ya bi êrişên li ser Rojava dest pê kir, bandora xwe kiriye. Xuyaye, bi boykotê re helwêsta neteweyî ya li Başûrê Kurdistanê derketiye holê dewleta Tirk a dagirker ditirsîne.
Hevdîtinên şandeyê didomin, lê nehat zanîn ka şandeyê serdana Silêmanî yan jî parêzgehên din ên Başûr bike yan na.
Gelê Kurd ji bîr nake
Hêjayî bibîr xistinê ye ku Serokomarê Tirk Erdogan, li hemberî referanduma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê, daliqandina ala Herêma Kurdistanê ya li Kerkûkê nerazîbûneke tund nîşan dabû û rêveberiya Başûr tehdît kiribû. Dîsa di hilbijartinên herêmî yên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, di axaftinên xwe hemûyan de reveberên Kurd tehdît kiribûn û îdîa kiribû ku erdnîgariyek bi navê “Kurdistanê” tine ye. Di dema destpêkirina şoreşa Rojava de, bi taybet jî di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê de, Erdogan bi awayekî vekirî Kurd tehdît kiribûn û gotibû “Kobanê vaye ket, dikeve”. Dîsa xeyala xwe ya sînorên Osmaniyan bi gotinên, “Em ê di demeke kurt de biçin Şamê. Em ê li Mizgefta Emewî nimêj bikin. Em ê biçin Turbeyên Bîlalî Hebeş, Îbn-i Arabî, Kulliyeya Suleymaniyê, Îstasyona Trênê ya Hîcazê” anîbû ziman.
Hevkarê Erdogan ê desthiladariyê Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî jî di axaftinek xwe de bi van gotinan hedefa xwe eşkere kiribû: “Kerkuk bajarê 82’yemîn, Musul jî bajarê 83’yemîn ê Tirkiyeyê ye.”
ROJNEWS/HEWLÊR