Yek ji hunermendên Kurd ê navdar ên Îranê Şahram Nazerî, duşema bihurî eşkere kir ku wî konsera xwe ya li bajarê Tirkiyeyê Konyayê betal kiriye ji bo piştgiriya Kurdan ku li Rojavayê Kurdistanê ketine ber zilma dagirkeriya dewleta Tirk. Ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê ISNA´yê nûçe belav kir.
Şahram Nazerî yê ji Kirmanşanê weke yekem muzîkjenê ku şiira Mewlana Celaledînî Rûmî yê Belxî ku gora wî li Konyayê ye, di nava muzîka Kurdî û Farsî de bicihkiriye, tê qebûlkirin. Ji ber wê jî wî her sal li Konyayê konserek dida. Wî îsal ev konsera xwe ji ber dagirkeriya dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê betal kir.
NAVENDA NÛÇEYAN