BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ

Li Başûrê Kurdistanê welatî malê tirkî boykot dikin û ji bo pêşxistina berhemên xwemalî hene hewldan hene, lê hukûmet girîngiyê bi vê nadin.

Li gorî daneyên Rêveberiya Pîşesazî ya Silêmaniyê, di sala 2019’an û destpêka sala 2020’an de nêzî 30 kargehên cûda cûda destûra karkirinê wergirtine. Lê peydakirina zevî ji bo kargeh li ser werin avakirin gelek zehemet e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her tim propaganda wê yekê dike ku di hemû sektoran de ew hewil didin berhemên xwemalî pêş bixin. Her wiha bazirgan jî dixwazin kargehên xwe di nava xaka Herêma Kurdistanê de ava bikin. Ev xwesteka avakirina kargehên xwemalî taybet piştî kampanya boykotkirina malên Tirkî zêdetir bûye. Lê di pratîkê de hikûmet û şaredarî alîkariya kesên ku dixwazin rêjeya berhemên xwemalî zêde bikin nake.

Rêveberiya Pîşesaziya Silêmaniyê tenê 600 donim zevî di dest de heye ji bo avakirina kargehên nû. Ev zevî jî dikevin sinorê bajaroka Erbet, ev zevî di warê xizmetguzariyê de bê par mane. Ji ber vê çendê jî sûd ji van zeviyan nayê dîtin.

Têkildarê mijarê Rêveberê Pîşesaziya Silêmaniyê Mihemed Cebar, axivî û diyar kir wan gelek caran daxwaz ji aliyên peywendîdar kiriye ji bo nexşe ji bo wan zeviyan çêke û xizmetguzariyan bigihîne wan zeviyan, lê bi sedema nebûna budceyê nexşe jê re nehatine danîn heya ku pîşesazî li ser were kirin.