Ez dixwazim îro hinekî bi têgîna boykotê dakevim. Mijareke girîng e ku di rojeva me de cih digire. Em çiqasî li gotin û têgînê serwext bibin, ez yeqîn dikim ku em ê zêdetir bi bandor wê pêk bînin.

Ev têgîn di dema şerê erdan ê Îrlandayê de ketiye zimanê Ingilîzî. Ji paşnavê wekîlê kirêderekî erdan ê bi navê Captain Charles Boycott hatiye girtin. Ji ber kirinên vî kesî helwêst li hemberî wî tê nîşandan û hema bêje her kes têkiliya xwe pê re qut dike. Bi qasî ku tê qalkirin, poste jî nameyên wî jê re nabin û tenê wekî kundekî dimîne. Îca kengî The Times jî vî navî weke lêker bi kar tîne, têgîn li cîhanê belav dibe.

Ev maneya ferhengî ya gotinê ye, maneya wê ya têgîn û bikaranînê jî em dikarin weha bînin ziman: kesek an jî komek bi armanca helwêstdanînê têkiliya xwe bi kes an jî komekê re qut bike. Bi vî awayî jî kes an jî kom dixwaze bandorê bike û li gorî armanca xwe encamgîr be.

Ji ber dijminatiya dewleta Tirk a bi gelê Kurd re boykot jî careke din ket rojeva me. Dewleta Tirk a qirker û dagirker di 9´ê Cotmehê de ango salvegera bêbextiya navdewletî ya di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd gaveke nû ya êrişê bi armanca qikirinê li aliyê Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Bawermendek çawa zikir dike, divê Kurd jî her kêlî dijminatiya dewleta Tirk a bi Kurdan re zikir bike (bi bîr bîne). Naxwe li hemberî vî dijminî şensê Kurdan zêde nîne. Ji ber ku ev dijminê mejî dewixî, hebûna xwe li ser tinekirina Kurdan û gelên din difikire. Em bi hêsayî dikarin bibêjin, ev dewleta çete ya mejiyê wê nexweş, civak jî giş bi xwe re nexweş kiriye.

Li hemberî vî dijminê serî dewixî û ji dewşirmeyan (bêjî) pêkhatî Kurd divê xwe pir baş gurçûpêç bikin. Divê xwe ji gemar û qilêra wî bişon. Divê bi her awayî bergiriya xwe bikin. Ji bo vê jî divê ji her alî ve xwe jê qut bikin.

Kurdistaniyên li Başûrê Kurdistanê li dijî qirkerî û dagirkeriya dewleta Tirk dest bi boykotkirina malên Tirkî kirin û pê re televizyonên rêzefilmên Tirkî diweşînin jî boykot kirin. Boykot li Başûrê Kurdistanê bi bandor bû. Kurdistanî di helwêsta xwe de têra xwe serwext in. Em vê yekê di hevpeyvînên wan ên rojane de dibînin ku ji ajansan re dikin. Dibêjin bi boykotê Başûr li malên xwe vedigere ango girîngiya xwemaliyê bi serxwebûnê re tê dîtin. Têkiliya aboriyeke serbixwe bi azadiyê re tê hiskirin. Her kes baş dizane kirîna malên Tirkî dibe gule û li Kurdan dikeve. Civak bi hêza xwe dihese û ji bo vê jî bang li rêveberên herêmê dikin da ku bi berpirsiyariyên xwe rabin; dagirkeran ji Kurdistanê biqewitînin. Ciwanên Başûrê Kurdistanê yên ji bêhelwêstiya rêveberiyê nerazî, berê xwe dan Rojava û di nava refên Berxwedana Rûmetê de cih girtin.

Helwêsta Başûrê Kurdistanê di boykotê de bêguman asta netewebûna wê diyar dike. Ji bo yekîtiya gelê Kurd jî ev helwêst hêjayî pesindanê ye. Eger em vê weke helwêsteke neteweyî destnîşan bikin, hingê divê em bipirsin em vê helwêstê di heman astê de çima li Ewrûpa û beşên din ên Kurdistanê nabînin. Dema em rasterast vê rewşê li bêjinga aqil dixin, em dibêjin, netewetiya çandî û ya bîreweriyê li deverên din qels in. Ji mîlyonekê zêdetir Kurdistanî li Ewrûpayê ne. Beşekî wan ê zêde malên Tirkî bi kar tîne. Eger ew malên Tirkî boykot bikin ango xwe jê qut bikin, wê bandora wan ne kêm be. Îca ne tenê ev. Dijminekî sondxwarî li hemberî me heye. Binêrin wezîrê wan ên hundir li ser şehîdkirina du fermandarên HPG´ê di twîttera xwe de dibêje, ez ê îşev rehet razêm. Dîsa çarşiya Heskîfê xira dikin û alaya xwe pê ve dikin. Ev tenê çend numûneyên dema dawî ne ji bo zikirkirinê ne, ez wan bi bîr dixim. Îca hingê divê Kurd û kurdistanî bi her awayî xwe ji vî dijminî bişon û qut bikin. Jixwe vî dijminî jî her tiştkiriye ji bo ku dijminatiya xwe bi me bide nasîn. Mînak ev dijmin dixwaze zimanê Kurdî ji devê Kurdan derxe û zimanê xwe bixe devê wan; dixwaze wan tazî bike û kirasê xwe li wan ke. Hingê divê Kurd zimanê wî boykot bikin, çanda wî boykot bikin û her tiştê wî boykot bikin. Naxwe Kurd wê nikaribe xwe ji dijminê xwe qut bikin, û ew ê her mehkûmî wî bin. Toqa koletiyê her di stûyê wan de be. De ka werin, em dewleta Tirk û her tiştê wê boykot bikin: xwe jê qut bikin û bişon.