
Projeya British Museum a bi navê Şemaya Perwerdeya Miamelekirina bi Mîrateyê re a Lezgên ji bo Iraqê de arkeolog tên perwerdekirin da ku li ber tehlûkeyên li dijî arkeolojiya welêt li ber xwe bidin û kar bikin.
Projeya ku sala 2015´an dest pê kir Başûrê Kurdistanê jî dihewîne. Proje ji aliyê hikûmeta Brîtanî ve hatiye amadekirin. Arkeologên beşdarî perwerdeyê dibin du mehan li British Museum tên perwerdekirin û du mehan jî li cihê cih li Iraqê yan jî Başûrê Kurdistanê di nava karê pratîk ê kolana arkeolojîk, parastina mekanên arkeolojîk tên perwerdekirin.
Yek li Iraqê yek jî li Kurdistanê
Yek ji cihên li Iraqê li Başûrê Iraqê li devera Tello ye, cihê din jî li Başûrê Kurdistanê li Derbendî Ranyayê ye. Tello navê bajarê kevnar, yek ji bajarên destpêkê yên dinyayê yê Sumerî Girsu yê nû ye, yan jî navê devera ev bajar lê ye. Lê berê xwe bidin Derbendî Ranya. Qederê sed kîlometreyî dûrî Hewlêrê, li bakurê Silêmaniyê ye. Skenderê Mezin sala 331 beriya mîladê di vê rêyê û di vê derbendê re daye pey melikê Pers Darayê Sêyem. Di sedsala 8´an û 7´an beriya mîladê de sînorê rojhilat ê împeretoriya Asûriyan bû.
Karê kolanê yê sereke li vir li Qelatga Derbend a li ser çêmê Zê yê jêrîn e. Ev mekanê arkeolojîk destpêkê sala 1960´î bi wêneyên satelîtî hatibû tesbîtkirin. Ev dîmen bi wêneyên ji dronan girtî hatin temamkirin û derket holê ku avahiyên mezin jî binax mane.
Kolan, perwerde û lêkolîn di bin rêveberiya arkeolog John MacGinnis li vir bi rê ve diçin. Ji peyker û avahiyên ji kolanê bi destketî tesîra grekoromen û helenîk darî çav e.
LONDON