3. Hefteya Çanda Kurd li meydana Spanya ya nêzî Grand Place ya dîrokî ya Brukselê, pêk tê. Pêr koma muzîkê Hîvron, hunermendên Bolîvyayê, govenda zarokan û şanogeran hunera xwe pêşkêş kir.

Hunermendên Fransayî bi navê "Bîranîna şehîdan bi helbestî" xwepêşandanek pêşkêş kir û mirovên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dayî, bi bîr anîn.

Di çarçoveya Hefteya Çandê de kon hat vedan, xwarinên mutbexa Kurdan hat nasandin û ciwanan govend gerand. Hefteya Çanda Kurd doh êvarê biqedebi dawî bû. 


 BRUKSEL