Hefteya Çanda Kurdistanê îsal 28´ê Îlonê bi resepsiyonekê dest pê dike û bi konfetansa 29´ê Îlonê ya li Parlamena Ewrûpayê dewam dike.
Di resepsiyona 28´ê mehê de ku saet 18´an dest pê dike, li paytexta Belçîkayê Brukselê hunermend Alî Baran saet 20:00´an derdikeve ser dikê. Saet 21´ê jî Zeynel Atik, Dahlea Mees, Ergun Erdem û Robert Alpdeniz konsereke enstrumental didin. Kesên dixwazin biçin divê berê xwe qeyd bikin. Li vir her wiha bufeyeke xwarinên Kurdî jî wê hebe.
Li Konferansa 29´ê Îlonê li Parlamena Ewrûpa jî divê beşdar navê xwe beriya konferansê qeyd bikin. Li vir Nûnera Yekîtiya Jinên Kurd li Ewrûpayê Nursel Kiliç, ji beşa Lêkolînên KUrdî Dr. Ibrahîm Seydo, ji Rêxistina Efûya Navneteweyî Jenny Vanderlinden li ser mijarên siyaset, çand û civaka Kurdî û elaqedarî Kurdan bipeyivin.
Heman rojê li meydana Spanjeplein/Place d´Espagne wê daweteke ji rêûresmê ya Kurdî, defîleya cil û bergîn Kurdî, danîşana folklora Ermenî hebe. Di dawiyê de jî wê konsera Ronî Erez hebe.
Roja şemiyê, 30´ê Îlonê, li heman meydanê govenda Kurdî li ber dahol û zirnê wê hebe. Piştre jî konsereke muzîka ji rêûresmê ya Andan hebe tevî hunermend K´awari Abl di çarçoveya Piştgiriya Navneteweyî ya bi Kurdistanê re. Êvarê jî bi koma mûzîkê ya Ermenî, Siltan Kotluk û Serhado konserek wê hebe. Dawiya konserê saet 21:00´an jî filma bi navê Hause without Roof/Xaniyê bê ban wê bê nîşandan. 1´ê Çiriya Pêşîn ji bilî çalakiyên çandî yên beriya nîvrojê, tu pêşandanên şanoyê û konsereke dîwana dengbêjan û ya Bêrîvan Arîn piştî nîvrojê û êvarê hene. Bernameya Hefteya Çanda Kurdistanê dikare li ser malperên organîzatoran, Instituya Kurdî p NAV EBL´ê jî bête daxistin.
BRUKSEL