Meclisa Giştî ya PYD`ê bi rasthatina salvegera komkujiya Qamişlo de daxuyaniyek da û got, hikûmeta Sûriyê di şikandina vîna gel û siyaseta ‘parçe bike û bi rê ve bibe’ de bi bin ket û Serhildana 12’ê Adarê îsbata şoreşa demokratîk a Sûriyê û bingeha Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Wê di dawiya daxuyaniyê de got, “Bi armanca çareseriya doza kurdî û çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê, partiya me domdar wê bi hêzên demokratîk re di nava danûstandinan de be û diyalogên Sûrî-Sûrî pêş bixîne. Şehîd namirin, bijî azadî û bijî şehîdên Serhildana Qamişlo.”

Meclisa Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şehîdên Serhildana Qamişlo bi bîr anîn û got “Serhildana Qamişlo rûyê rast ê rejîma faşîst li dijî Kurdan derxist hole.”

Meclîsê got, “Em hemû şehîdên Serhildana Qamişlo û hemû şehîdên ku ji bo azadî û rûmetê canê xwe feda kirin, bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê rêya wan bişopînin, destketiyên ku bi saya wan  bi dest ketine, biparêzin. Mafên rewa yên pêkhateyan hemûyan di nava Sûriyeke demokratîk û pirreng de, misoger bikin.”

Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî bi heman boneyê got, sedema serhildana 12’ê Adarê înkarkirina gelê Kurd bû û ev zêhniyet îro jî dewam dike û neguheriye. MXDŞ’ê di dewamê de got, serhildana Qamişlo bû bingeha şoreşa Rojavayê Kurdistanê.