Gerîlaya YJA Starê Nahîde Çîçek (Rojava Ezdînan), di sala 1995’an de li Wanê ji dayik dibe. Bi zexta ‘bizewice û bibe xwedî zarok’ destgirtî dibe. Nahîde dibêje ‘jiyan û bedewiya rasteqîn li vir nîne’, li ber vê daxwazê radibe û di sala 2015’an de berê xwe dide çiyê. Nahîde, ku tevlî nava refên YJA Starê dibe, di 8-23’ê Îlona 2016’an de li bejahiya Şemzînanê di şer de tevlî karwanên nemiran dibe. Cenazeyê wê li çiyê tê veşartin.
Nahîde, têkoşîna azadiya jinê li her qadê meşandin û li her cihê lê ma, bi rengê jinê ji hebûna xwe tawîz neda.
Dayika wê Zahîde Çîçek qala keça xwe kir. Zahîde Çîçek destnîşan kir, ku Nahîde ji bo bibe parçeyek ji govenda azadiyê di rêya şerefê de meşiya ye û di dawiya axaftina xwe de got, “Keça min jî mîna hemû ciwanên din ên Kurdan e. Ewqas ciwanan di vê oxirê de bedena xwe feda kirin. Ew ne tenê şehîda min e, ew şehîda tevahiya Kurdistanê ye. Ez gelekî serbilind im. Rûmeteke mezin ji me re hişt.”
ANF/WAN