Aktor û şaira Ingilîz Jade Anouka bi pirtûka xwe ya helbestan a bi navê Eggs on Toast (Hêk li ser tostê) navdar e ku sala 2016´an derçû. Axir rojnameya Ingilîz The Guardianê li gorî wê restorana herî baş a taştê bijart: Nandine.

Xwediyê restorana li taxa Camberwell a li Başûrrojhilatê Londonê “Nandinê”, malbateke Kurd a ji Başûrê Kurdistanê ye; û herçî aşpêja wê ye jî Perî Baban e. Li ser restoranê Jade Anouka dibêje; “Ew nêzî mala min e, ji ber wê ez gelek caran diçimê. Malbateke Kurd wê bi rê ve dibe - dayik xwarinan hemûyan çêdike - û ew xwarin ecêb xweş in. Mezeyan, borekan, şîrînahiyan çêdikin. Û taştîya wan ha herî xweş e. Ew bi rastî harîqulade ye, ji ber wê ez gelek caran li wir rûdinim, kar dikim, qehweya xwe vedixwim. Yan jî bi kûçikê xwe re diçim wir ji ber ku ew hema li kêleka parkekê ye. Her cara diçim wir, ez tiştekî din dixwazim. Herçî baharat û tamên xwarina wan e, weke ku ne ji vê dinyayê bin, xweş in. Herçî ez pşniyaz dikim, taştêya tam a Nandinê ye: ya ku dibêjim ew e!”

 

LONDON