Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê de, nasnameya şervanê YPG’ê yê Kanadayî yê 4’ê Mijdara 2015’an (duh) di şerê li rojhilatê Hesekê de jiyana xwe ji dest da, hat aşkerakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Rojava, tevî hemû êrîşên dijber jî, her mînaka biratiya gelan e. Di serî de DAIŞ hemû hêzên tarî yên ji krîzê sûdê werdigirin, ji bo Rojava veguherînin qadeke şerê navbera gelan, mezheb û olan, ketin nava hewldaneke mezin. Ji bo vê jî bi her rê û rêbazê, serî li provokasyonan dan. Hemû planên wan ên qirêj û hewldanên gemarî, bi hişyarî û berpirsyariya gelê me, hatin pûçkirin.
Di pûçkirina van lîstikan de felsefeya gelên me yên li Rojava dijîn, roleke girîng lîstiye.Berxwedana bi rûmet a şervanên YPG/YPJ’ê, ku li djiî çeteyên DAIŞ’ê û hêzên li pişt wan dimeşîne, ne tenê berxwedana ciwanên Kurd e, veguheriye navendeke ji bo tevahiya mirovahiyê. Ev berxwedan nirxên mirovahiyê diparêze û ruhê biratiyê di nava civakê de xurt dike. Ji ber vê yekê, ji hemû cîhanê bêyî astengiya ol, rewşa etnîkî û ziman, ciwan diherikin nava refên vê berxwedanê.“
Ji bo gelê Kanada sersaxî
Di dewama daxuyaniya YPG’ê de hat gotin, “Li ser navê hemû şervanên YPG’ê, em ji malbata John Gallagher, ji gelên Kanada û Kurd re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armancên şehîdên xwe pêk bînin. Her wiha em soz didin ku ji bo bicihanîna jiyana azad û hevpar a gelan, ku pîvana têkoşînê ya YPG’ê ye, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bidomînin.“
Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) diyar kir ku şervanên wan yê Kanadayî John Gallagher (Gabar Rojava) di şerê li rojhilatê Hesekê de jiyana xwe ji dest daye.
ANF/HESEKÊ