Konseya Reveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya duyemîn salvegera serketina berxwedana Kobanê daxuyaniyek weşand û got, “Kobanê li seranserê Kurdistanê bû navenda parastina welat, li dinyayê jî bû sembola ronahiyê.”

KNK´ê ji bo salvegera duyemîn a Berxwedana Kobanê peyameke nivîskî belav kir. Di destpêka peyamê de hemû şehîdên berxwedana Kobanê û têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hat bibîranîn û hat gotin, “Em duyemîn salvegera serketina berxwedana dîrokî ya Kobanê û sêyemîn salvegera damezrandina Kantonên Rojavaya Kurdistanê di sêrî de li gelê me yê Rojava, li gelên Kurdistanê û cihanê pîroz dikin û ji şoreşa Rojava re serkeftinê dixwazin.”

Gava ewil ya azadiyê avêtibû

KNK’ê di peyama xwe ya nivîskî de bi bîr xist ku Kobanê çirûska destpêkê ya şoreşa Rojavaya Kurdistanê ku di 19’ê Tirmeha 2012’an de gava ewil ya azadiyê avêtibû, hêzên rejima Şamê tesfiye kiribûn û îdareya bajêr hilgirtibû destê xwe. 

Dagirker jî memnûn bûn

KNK´ê di dewama daxuyaniyê de got ku Kobanê yek ji Kantonên Rojavaya Kurdistanê ye ku di 27’ê Çileya 2014’an de îlana statûya kantonî hatibû kirin û bi vî rengî dewam kir:”Kobanê bi vê serhildêrî û berxwedana xwe bû hedefa dijminên dagirker. DAIŞ a ku ji hevîrê nijadperestiya Erebî û cîhadîst pêk hatî, tehemûla serketina Kurdistaniyan ya li Rojavayê Kurdistanê nekir û êrîşî Kobanê kir. Hemû dagirkerên Kurdistanê ji vê êrişkariya DAIŞ’ê memnûn bûn lê piştevaniya herî xurt û eşkere ji dewleta Tirkiyeyê hat bo DAIŞ’ê. Dewleta Tirkiyeyê da ku Kurd li “Sûriyeya Bakur” berze bikin destekeke kamil ya lojîstîk da DAIŞ’ê.” 

Bû meydana cenga paşverûtî û pêşverûtiyê

KNK’ê berxwedanî û fedekariya YPG-YPJ’ê jî  bi bîr xist û wiha pê de çû: “Kobaniya ku ji Îlona 2014’an pê ve bi ber pêlên êrişa DAIŞ’ê ketî, berxwedaneke mezin nîşan da. DAIŞ’ê dagirkirina Kobanê ji bo xwe kiribû hedefa sereke. Lê Kobaniyan jî berxwedan û parastina Kobanê ji bo xwe kirine armanca man û nemanê. Kobaniyan di pêşengiya YPG û YPJ’ê de berxwedaneke mezin organîze kirin. Kobanê adeta bû meydana cenga paşverûtî û pêşverûtiyê. DAIŞ a paşverû bi navê hemû dagirkerên Kurdistanê temsîla tarîtiyê dikir, xelkê Kobanêyê yê pêşverû pêkve temsîla ronahiyê dikir. Kurdan, Kurdistaniyan, navçeya rojhilatanavîn û dinyayê li ser vê rastiya Kobanê pozisyon wergirt.

Çeperê nîşandana welatperweriya Kurdistanê

Kobanê li seranserê Kurdistanê bû navenda parastina welat, li dinyayê jî bû sembola ronahiyê. Kurd di hewildana parastina Kobanê de bûne yek. Kobanê bû çeperê nîşandana welatperweriya Kurdistanê. Dinyaya humanîter û demokratîk bû heyranê berxwedana Kobaniyan û xelkê Kurdistanê ya li dijî kevneperestiya DAIŞ’ê, piştevaniyeke mezin û xurt nîşandan û ji Amerîka heta Yekîtiya Ewropayê destekeke mezin û xurt ya leşkerî û mirovî hate dan.”

Hê jî piştevanî û hevkarî divê

KNK’ê da zanîn ku şervan û gelên Kobanê bi vê pêla bilind û xurt ya tifaqa navxweyî û piştevaniya dinyaya demokratîk di 26’ê Çileya 2016’an de ji DAIŞ a kevneperest û tarî hate rizgar kirin û wiha dewam kir: “Kobaniya ku bi vê serketina efsanewî bûye pencereya ronahiyê li Rojhilata Navîn niha di nav bizaveke mezin ya ji nû ve avabûnê da ye. Kurd û dinyaya ku di şerê parastina Kobanê ya dijî kevneperestiya DAIŞ’ê da cih girtî îro divêt di avabûna nû ya Kobanê da jî cihê xwe bigirin. Kobanê li hêviya hevkarî û piştevaniya navxweyî û derveyî ye. 

Helbet di vê prosesa avabûnê da êrişkariya dewleta Tirkiyeyê dîsa  aktuel bûye û divêt hişyardariyeke xurt di vî warî da jî berdewam be.

KNK bangî Kurd û Kurdistanî û dinyaya humanîter û demokratîk dike ku di vê têkoşîna avakirina nû û herwisa parastina bi giştî ya Kobanê da ref û rêzên xwe sist nekin û di hemû waran da hevkarî û piştevaniyeke bilind bikin.”

Damezirandina kantonan jî pîroz kir

Her wiha KNK´da xuyakirin ku ev hefte salvegera hefteya damezrandina Kantonên Rojavaya Kurdistanê ye û wiha pê de çû.” Weke tê zanîn 21.01.2014’an da Kantona Cizîrê 27.01.2014’an Kantona Kobanê û 29.01.2014’an Kantona Efrînê hatin damezrandin û îlankirin. Serketina Berxwedana Kobanê jî di heman hefteyê da pêkhat. Em niha 2 serkeftinan bi hev re pîroz dikin.”