Li Budapeşteyê bi hezaran kesî piştgiriya xwe bi Berxwedana Rûmetê re nîşan da û serekçeteyê Tirk Erdogan şermezar kir. Çalakgeran bi alayan bajar bi kesk, sor û zer xemiland.

 Li Stuttgartê jinên ji Perûyê beşdarî çalakiya rûreşkirina dagirkeriya qirker a dewleta Tirk bûn û peyama, “Em bi xwişkên xwe yên li Rojava re ne” da. Wan got, “Êdî bes e!”

Li Kielê jî Kurdistaniyan û dostên wan şervanê înternasyonalîst ê li Serêkaniyê şehîd bûyî, Andok Cotkar bi bîr anî û got, “Em ê têkoşîna wî dewam bikin. Ji ber ku Berxwedan jiyan e.”

Çalakiyên li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li Rojava li gelek deverên Ewrûpayê hat rûreşkirin. Çalakiya herî bi heybet li paytexta Mecaristanê Budapeşteyê bû, li vir Erdoganê çûyî serdana welêt jî weke dîktator û qirker hat binavkirin. Wekî din li bajarên Elmanyayê Stuttgart, Berlîn û Kielê jî çalakî hebûn.

Bi hezaran kes doh li paytexta Mecaristanê Budapeşteyê daketin kolanan û serek çeteyê dewleta Tirk Erdogan protesto kir. Erdogan bi serdaneke fermî bûbû mêvanê serokwezîrê Mecaristanê Victor Orban ku bi meylên xwe yên faşîst dibe armanca rexneyan. Qetar û Pakistanê tenê eşkere destek dabû dagirkeriya qirker a Tirkiyeyê û Orban jî mirov dikare li van destekeran zêde bike.

Lê xelkê paytexta welatê wî hem bi çalakiyên girseyî, meşên protestoyî û xwepêşandanên li ser rêya Erdoganî, nîşan da ku ew bi Şoreşa Rojava re ne û qirkeriya dewleta Tirk û Erdoganê xwînrij jî bi alayên YPG, YPJ, TEVDEM û PKK´ê protesto kir.

Erdogan di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de ku tevî Orban kirî de careke din gef li Yekîtiya Ewrûpayê xwarin bi şandina 3.6 milyon penaberan.

Şaredarê Budapeşteyê yê ji Partiya Keskan Gergely Karacsony jî destek da çalakgeran û hem Orban û hem jî Erdogan protesto kir. Piştgiriya ji Budapeşteyê li tevahiya bajêr bû û bi rengên Kurdan bajar xemiland.

Jinên Perûyî bi YPJ’ê re ne

   

Li bajarê Elmanyayê Stuttgartê, li Meydana Kobanê (Schlossplatz), di çalakiya li dijî dagirkeriya qirker a dewleta Tirk a li Rojava,jinên ji Perûyê jî amade bûn û piştgiriya bi xwe Rojava re îfade kirin.

Koma jinan a ji Perûyê ji bo beşdarî Konseya Siyasî ya Jinan a 12´an a li Erfurtê bibe, hatiye Elmanyayê. Lê wan xwe dûrî çalakiyên ji bo Rojava nekir. Li Stuttgartê beşdarî çalakiya Kurdistaniyan û dostên wan bû. Yek ji wan li ser navê Tevgera Jinên Perûyî a Hevgirtî ya Têkoşînê Edithluz Irene Castro Muñoz peyivî û got, “Em pê dizanin, heger jinan rahiştibe sîlehan sedema wan ew e ku neçar man e welat û mirovên xwe biparêzin. Ez weke jineke dij-împeryalîst dibêjin, ‘Ya Basta’ (Êdî bes e)”. Edithluz Muñoz, wiha dewam kir, “Di vê dagirkeriya ku Kurd li dijî wê xwe diparêzin, em dixwazin ew zanibin, em bi wan re ne.”

Basilia Llanqui Flores jî got, di Konseya Jinana a Siyasî ya 12´an de jî dagirkeriya li dijî Rojava hatiye minaqeşekirin û wiha peyivî: “Xwişkên me di şerekî wisa zehmet de têdikoşin, ev ji bo serfirazî ye. Ez ji çiyayên bilind ên Perûyê têm û em bi xwişkên xwe yên li Rojava re ne. Divê em jinên dinyayê hemû bibin yek û destekê bidin jinên li Rojava. Li her devera em biçinê em ê behsa têkoşînê bikin.”

Andok Cotkar hat bibîranîn

Li bajarê bakurê Elmanyayê Kielê dagirkeriya qirker a dewleta Tirk hat rûreşkirin. Di çalakiya Kurdistaniyan û dostên wan de li ber Gara Trênan a Navendî alayên YPG/YPJ´ê û şervanê înternasyonalîst ê li Serêkaniyê şehîd bûyî yê Elman Andok Cotkar (Konstantin G.) hatin hilgirtin. Çalakgeran pankarta li nivîsandî “Şerî rawestînin” jî hat nîşandan.

Qisekera ji Partiya Çep (Die Linke) got, ew ê xwedî li têkoşîna Andok Cotkar derkevin, ew ê hêzê bidin berxwedana Kurdan bi têkoşîna xwe ya li metropolan: “Em ê têkoşîna wî dewam bikin. Nikarin lêgerînên azadî û edaletê bifetisînin. Ji ber ku Berxwedan jiyan e. Ji ber vê li dijî faşîzmê em bi hev re dibêjin, lêbihurîn nîne-jibîrkirin nabe. Şehîd namirin, Biijî berxwedana Rojava.”

Pompeo jî hat protestokirin

Li paytexta Elmanyayê Berlînê jî wezîrê karê derve yê Emerîkayê, yê ku bi serdaneke fermî li Elmanyayê bû hat protestokirin. Kurdistanî û dostên wan doh li Unter der Linden a ku sefareta DYE´yî jî lê çalakiya xwe kir. Hevserokê Civaka Kurdistaniyên Azad (CKA) Erhan Firat got, ew çalakiyê bi rasthatina serdana Berlînê ya wezîrê karê derve yê DYE´yê dikin da ku careke din balê bikişînin ser komkujî û qirkirina bi destê dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Rojava. Wî got, Erdogan li dijî mirovahiyê sûc dike, wî sûcên şer kirine ş divê ilehî li dadgeheke navneteweyî bê mehkemekirin.

Wî li gotinê xwe jî zêde kir û got, ew di şexsê Pompeo de dewletên xwe li dagirkeriyê û qirkeriyê kerr û kor dikin jî protesto dikin.

Kurdistanî ji vir heta bi devê sefareta DYE´yê ya li Brandenburger Torê meşiyan, li vê derê wezîrê karê derve yê Elman Heiko Maas û Pompeo hev dîtin.

Çalakgeran bi berdilkên destên xwînî yên sembola dîktatoriya Erdogan li ser wan bûn, xwe li ser rêya li vê derê dirêj kir ji bo ku qirkirinê nîşan bidin.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN