Desteya Bilind a Kurd ji ber ku madeyên sotemeniyê ji aliyê bazirganan ve bi buhayên zê de dihatin firotin, demek beriya niha biryar dabû ku mazot bi 80 û benzîn bi 70 lîreyên Suriyê were firotin. Her wiha Desteya Bilind biryar dabû ku kesên li dijî vê biryarê tevbigerin û madeyên sotemeniyê bi buhayên zêde bifroşin, ji aliyê hêzên asayişê werin lêpirsîn.

Ev biraya Desteya Bilind li bajarê Qamişlo ket meriyetê. Li gorî vê madeyên sotemeniyê li 4 gazxaneyên rojhilatê bajêr û 5 gazxaneyên li rojavayê bajêr hatin belavkirin. Madeyên sotemeniyê wê ji aliyê van navendan ve bêne firotin.  Di çarçoveya biryarê de wê mazot bi 80 û benzîn jî bi 70 lîreyên Suriyê were firotin. Piştî ku buhayê benzîn û mazotê hate daxistin, ji ajokaran û şîrketên veguhestinê jî hate xwestin ku kiriya rê kêm bikin. Endamê Komîteya Madeyên Sotemeniyê ya Desteya Bilind Ebdilwahid Mûsa bang li ajokaran û xwediyên şirketên veguheztinê kir da ku biryarên Buroya Veguheztinê ya Desteya Bilind ji bo kêmkirina  kirya wesayitan pêk bînin.
Li Qamişlo di 5'ê Adarê de ajokarên wesayitan kombibûn û ji xwediyên gazxaneyan xwestibûn da ku madeyên sotemeniyê li gorî buhayê ku Desteya Bilind diyar kiribûn, bifiroşin.

 ANHA/QAMIŞLO