Dibe ku danîna hin tiştên pîroz li kêleka tiştên bi lenet, rast nebe. Lê heta ku mirov behsa tiştên bi lenet neke, heyiyên pîroz jî wate nagirin. Gelek dualîteyên bi vî rengî hene ku yan li dij hev in yan jî hevûdû kamil dikin.
Dibe ku hûn di van demên dawî de rastî vê gotinê hatibin, bûkên cihadî. Gelek jinên misilman û nemisilman ji welatên rojavayî berê xwe dane rojhilat ji bo qaşo cîhad an jî şerkirinê bi dijminê dîn û xwedê re. Hertim dema behsa cîhad û şerkirinê dibû di serê herkesî de welatên rojhilatî hebûn û hêjî wusa ye. Lê werin binêrin ku çerx çawa vegeriyaye ku êdî fermana ti şer û cîhadê rojhilatî bixwe nadin. Herçiqas ev realiteyek e ku ji himbêza vê axê derketiye. Baş nebaş, rast, nerast, di encamê de heqîqetek e. Ev rastiyek e ku êdî şev û rojên welatên rojavayî bûye ew ku bihizirin wê çawa dest bavêjin pîrozahiyên Rojhilata Navîn û ji cewherê xwe yê heqîqî derxin. Jixwe çawa ku vê pergala bi lenet destpêkê li jinê daye, çêlikên wê yên îro jî heman rêya tarî dişopînin. Bi keviran sengbaran kirin, nebû. Di meydanan de zindî şewitandin nebû. Di kêlîsayan de hepis kirin û zincîrkirina bedena wan  nebû. Destpêkê weke kole li bazaran firotin jî nebû. Ya rast, pirsgirêk ne jin bû, nedikarîn meylên xwe yên desthilatdarî û zêdegaviyên cinsî tepeser bikin. herî dawî êdî weke koleyek modern û herî rezîl bedena wê li bazaran firotin. Ji vir û şûnve wê ber bi ku ve biçe û êdî çi û çawa bifiroşe, mirov nizane.
Ya rast, gotina pepûkên cîhadî îfadeya herî eşkere a vê bêçaretî û xitimandina pergala heyî ye. gelek rê ceribandine û gelek dek û dolap zivirandine, vê carê serî li rêbaza herî qirêj dane ku hema layîqî wan e. Valatiyên hestî û ruhî ên li welatên rojava besterek herî başe ji bo şekilgirtina komên çete û beredayî wek wan. Bêguman nabe ku besterên paşverû li rojhilat bixwe jî bê jibîrkirin. Ev koletiya jidil û kûrbûyî di wê astê de ye ku êdî çi jinên ku zêdetirî wan ji welatên erebî çûne û çi jinên ku bi eslê xwe rojavayî ne, kilîta bêçaretiya efendiyê xwe bi stuyê xwe ve daliqandine û ber bi rêyek ne diyar ve bi rê dikevin. Kirêtiyên efendiyan di bin laçikên xwe de vedişêrin, paseportên xwe dixine berîka xwe û li ser pişta hev li balafirên lûks siwar dibin. Tên ku misqalek ji ruhê mayî jî bidin bayê cihadên mirina mirovahiyê. Ji bo DAİŞ’ê dibin pepûkên bextreş ku hem çarenûsa xwe û hem jî ya hemû mirovahiyê reş, tarî û bi lenet bikin. gelek bi êşe lê ew jî şerê jin û jiyanê dikin. Ew bi firotina ruh û bedena xwe, dibin goşeyek din ji dîroka koletî û ketina jinan, mixabin…
Li gel vê rastiya bi lenet, rastiyek pîroz jî heye, ew jî bûkên azadiyê ne, bûkên axê ne. Ew li dijî hemû kirêtî û koletiyê, çanda kevnar a li ser vê axê zindî û diparêzin. Ji wê ye ku di roja 35’an a dorpêça bi lenet de şerê jiyanê didin. Ew li ser navê hemû jinan şerê azadiyê dikin, berê guleya wan li dijminê jin û jiyanê ye. Ew şerê wê modernîteyê dikin ku hemcinsên wan ji bo berjewendiyên xwe bikartînin û dikin kole. Li Kobanê Jinên kurd şer dikin ji bo jiyana bedew û wê lingê hespê lenetî û koletiyê di bajarê pîrozî û azadiyê de bişkînin.