Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim berî 25 salan hatin revandin û kuştin. Her sê karsaz li ser gorên xwe doh hatin bibîranîn. Hevjîna Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di bibîranînê de got, “Ev dewlet divê lêborînê ji me bixwaze. Heta hingê, em ê têkoşîna xwe dewam bikin.
Beriya bi 25 salan, karsazên Kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay li oteleke Yeşîlkoy a Stenbolê hatin revandin û piştî bi 2 rojan di 3’ê Hezîrana 1994’an de cenazeyên wan hatibûn dîtin. Karsazên Kurd li ser gorên xwe yên li Avcilarê hatin bibîranîn. Malbatên Bûldan, Karay û Yildirim, Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçeyan, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî merasîma bibîranê bûn.
Birayê Adnan Yildirim Nîhat Yildirim di bibîranînê de got; “Armanca wan bi kuştinên faîl nediyar, tepisandina gelê Kurd bû. Heta ku edalet pêk neyê, em ê dev ji doza xwe bernedin.”
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî got, edalet nayê veşartin, divê heqîqet û edaletê bi cih bînin; “Em bi van êşên xwe re rû bi rû nebin, em heqîqet û edaletê neînin ba hev, ev êş wê bidomin.”
Dewlet divê doza lêbihurînê bike
Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî got, “Mixabin mirovên ku beriya 25 salan weke îro ev hersê mirov ji nav me birin, komkujî pêk anîn, hê di nav me de ne. Em dizanin ku em li welatekî ne ku daraz, edalet û hiqûq lê nîne. Têkoşîna me ya 25 salan a wijdan, têkoşîna edalet û hiqûqê mixabin li vî welatî hîna neçûye serî. Qîrîna wijdanê me, lêgerîna edalet û hiqûqê her tim li dîwaran ket. Kesên ev komkujî kirî jî ji aliyê dewletê ve hatin parastin û veşartin. Wan hertim got, erê ev komkujî me kir, li ser navê dewletê, ji bo beqaya welêt.
Lê em ê têkoşîna xwe her dem bidomînin heta ku edalet pêk were. Heta ku hiqûq pêk were. Heta ku kesên bi wijdan li vî welatî hiqûqê pêk bînin, ev têkoşîn wê bidome. Deynê lêborînê yê vî welatî û vê dewletê heye. Heta ku lêborîn neyê xwestin, ev têkoşîn wê bidome.”
Merasîma bibîranê, bi xwendina duayan bi dawî bû.
MA / STENBOL