Di hilbijartinên cihî yên 31´ê Adarê de li gelek navçe û bajarên Kurdistanê qeyûm hatin derkirin. Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk got, siyaseta ku Kurdan tine dihesibîne êdî têkçûye û Hevseroka HDP´ê Pervîn Buldan jî serketin weke ya Kurdan bi nav kir.

HDP, li 8 bajar û 46 navçeyan bû partiya yekemîn û şaredarî bi dest xist. Li Qers û Îdirê HDP´ê li dijî tifaqan dîsa bi ser ket û bû partiya yekemîn.

Li gorî daneyên dawî yên Ajansa Anadolu (AA) HDP, li 3 bajarên mezin bi giştî li 8 bajar û 46 navçeyan bû partiya yekemîn û şaredarî bi dest xist. HDP´ê, li Amedê hemû şaredariyên ku qeyûm li tayîn kiribûn, vegerandin. Li Qers û Îdirê li gel tifaqan dîsa HDP bi ser ket. Li gelek bajar û navçeyan jî bi dek û dolabên dewetê, şaredarî hatin xespkirin. Herçî Şirnex bû, bi esker, polîs û cerdevanan hat dagirkirin. Pitî diyarbûna serketina hilbijartinê ya li Amedê, bi dehhezaran kes daketin kolan û meydanên bajêr. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di van pîrozbahiyan de got, polîtîkaya qeyûman têk çû, Kurd û hêzên demokrasiyê bi ser ketin. Hevşaredarê Qersê yê HDP’ê Ayhan Bîlgen jî serketina li Qersê diyarî Dayika Berfo kir.

Polîtîkayên qeyûman têk bûn

Piştî diyarbûna serketina mezin a li Amedê, bi deh hezaran welatî li ber avahiya HDP’ê ya Amedê kom bûn û serketina Amedê pîroz kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li Amedê tev li pîrozbahiyê bû axaftinek kir. Bûldan li gel Parlamenter Dersim Dag, Mûrat Sarisaç, Tayîp Temel ên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 3’ê Adarê ve ketine grevê û namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik re li pêşiya avahiya HDP’ê ya bajêr gel silav kir. Bûldan di pîrozbahiyê de got, “Em li Amedê bi hev re şahidiya serketinê dikin. Destê we sax be. Ev serketin serketina jinan, ciwanan e. Serketina Kurdan e. Ev nêzî mehek û nîvê ye ku hema bêje li her devera Tirkiyeyê em geriyan û li her devera Tirkiyeyê bi gelê xwe re em civiyan. Ji bo vê, em bi ser ketin. Ji bo HDP bi ser nekeve her demê zorî dan me. Em ji hemû astengiyan bihurîn û bi ser ketin. Em vê serketinê di serî de diyarî Leyla Guven û hemû hevrêyên xwe yên di grevê de dikin. Li gorî encamên hatine eşkerekirin, li her devera Tirkiyeyê hêzên demokrastiyê û Kurd bi serketine. Îro gelê me anî ziman ku wê tecrîdê nepejirînin. Gelê me peyama ku polîtîkayên qeyûman têk çûne, da. Polîtîkayên qeyûman bi temamî têk çûn.

Siyaseta înkarê têk çû

   

Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, ji bo encamên hilbijartinê got, “Gel bersiv da polîtîkaya qeyûman. Li rojavayê Tirkiyeyê jî derket holê ku siyaseta Kurdan tine dihesibîne, serketî nebû.”

Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk tevgera li derdora şaredariya Mêrdînê nirxand û got, “Niha têketin û derketina şaredariyê qedexe ye. Karkirina makîneyan jî qedexe kirine. Bêguman em dizanin niha li wir çi diqewime. Ev xêr nîne. Dixwazin tiştekî veşêrin. Dixwazin tiştekî biguherînin.”

Turk îşaret bi sextekarî û zilmê jî kir û got, “Hiqûq hat binpêkirin. Hilbijartinek demokratîk pêk nehat. Helbet, belkî me li gundewaran ji ber zextên zêde encama me dixwest, bi dest nexist. Mixabin li çend navçeyên me belkî jî ji ber kêmasiyên me du navçe ji dest me çûn.”

Li dijî tifaqan HDP´ê bi ser ket

Di hilbijartina rêveberiya cihî ya Îdirê de HDP´ê li dijî tifaqa AKP-MHP-İyi Partiyê bi ser ket. HDP’ê destnîşan kir ku li Îdirê Namzetên HDP’ê yên Îdirê Yaşar Akkuş û Eylem Çelik bûne hevşaredarên nû. Li gorî encamên destpêkê HDP’ê ji sedî 50,69 û MHP jî j sedî 47,42´yî dengan wergirtiye.

Beriya Hilbijartinê Îyî Parti li hemberî AKP û MHP’ê namzetê xwe vekişandibû û 3 partî li hemberî HDP’ê bûbûn tifaq.

Diyarî ji Dayika Berfo re

Hevşaredarên Qersê yên HDP’ê Şevin Alaca û Ayhan Bilgen, piştî di hilbijartinê de bi ser ketin, bi gel re hatin cem hev. Bîlgen, di hevdîtina gel de got, “Îro li vî bajarî pêdivî bi seferberiyê heye. Divê em hemû bi hev re destê xwe bidin hev û bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin.

Di civîna bi gel re Hevşaredar Şevîn Alaca got, ew dê gelê Qersê tev li biryarê bikin û bi hevre Qersê bi rê ve bibin.  Hevşaredarê Qersê Ayhan Bilgen jî anî ziman ku pirsgirêkên lezgîn ên li Qersê bên çareserkirin hene û wiha peyivî: “Em ê Qersê bi hev re bi rê ve bibin. Em ê bi hemû gelê Qersê re bajar bi rêve bibin û pirsgirêkên bajar bi hevre çareser bikin. Gelê bajar xizmetê dixwaze.”

Pêr êvarê piştî serketinê jî Bîlgen heman peyam dabûn û serketin jî diyarî Dayika Berfo kiribû.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN

 
 

HDP´ê îtîraz kir

 

Li Mûşê, pirraniya wan dengên HDP’ê, 2 hezar û 500 deng hatin betalkirin. HDP ji bo ev deng ji nû ve bên jimartin îtîraz kir. HDP’ê li ser mijarê, beriya ku îtîraza xwe teslîm bike, daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên HDP’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Mensûr Işik, Namzzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik û Sîbel Genç beşdarî daxuyaniyê bûn. Sakik got, li gorî daneyên di destên wan de encamên hilbijartinê yên li gorî Ajansa Anadolyê hatine eşkerekirin ne rast in.

Sakik da zanîn ku li gorî lêkolîna wan di 103 sindoqan de wan xeta tespît kirine, 2 hezar û 500 deng hatine betalkirin û ji bo dîsa jimartin bê kirin, ew miracaetê dikin. Sakik got, dema AKP îtîrazî encaman dike, YSK qebûl bike. Sakik bang li xelkê kir ku xwedî li îradeya xwe derkeve. Piştî daxuyaniyê heyeta HDP’ê çû Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr û îtîrazî encamên hilbijartinê kir.