Serokwezîrê Awusturyayê Sebastian Kurz got, dewleta Tirk ”îxtîlafê diçîne“, lê diyar e ku bi îxtîlafê tenê jî bêhna dewleta Tirk fireh nebûye. Faşîstên Tirk li Awusturyayê gefa kuştinê di ser medya civakî re li wezîrê karê hundir Karl Nehammer û wezîra întegrasyonê Susanne Raab xwarin. Ji ber wê yekê jî herdu wezîr ji pêr êvarê ve ketine ber tevdîrên parastinê yên polês. Berdevkeke wezîra întegrasyonê Susanne Raab jî parastina polês piştrast kiriye. Herdu wezîran jî beramberî faşîstên Tirk daxuyaniyên hişk dabûn. Divê têkiliyên bi dewleta Tirk re bên şikandin Li aliyê din Serokwezîrê Awusturyayê Sebastian Kurz pêr bi tundî rexne li dewleta Tirk girtibûn û gotibû, li Awusturyayê ”îxtîlafê diçîne.” Wî di heman axaftina xwe de gotibû, dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe ”hewayekê çêdike” û ev yek ”xirabbikaranîna mirovên bi eslê xwe Tirk ên li Ewrûpayê” ye. Di dewamê de Kurz gotibû divê dawî li vê bê anîn: ”Divê dawî li wê yekê bê anîn ku dewleta Tirk hewl bide tesîrê li mirovên li Awusturyayê bike.” Kurz di daxuyaniya xwe de ji bo xwepêşandêrên Kurd û Tirk ên ku ji hikûmeta Tirk ne razî ne, weke ”welatê mirovên li Favoriten (a Viyanayê) dimînin, ji wan stendine.” Ji bo êrişkarên faşîst jî serokwezîr got, ”Îxtîlafê ji Tirkiyeyê îtxal dikin. Kî wisa hîs dike ku divê li kolanan şer bike, bila ew vê li Tirkiyeyê bike.” Di êrişên faşîstên Tirk li dijî xwepêşandanên Kurdistanî û dostên wan de, yek jê serekçete, 11 kes girtibûn. Hat zanîn ku didu ji van welatiyên Tirk in. Serokwezîr Kurz, Awusturyayî li ser vê meseleyê got, ”Niha divê em derxin holê ka çi girêdan bi dewleta Tirk û komeleyên li Awusturyayê re heye. Ev têkilî divê bên şikandin.” VIYANA