Li ser biryarê rayedar bi gunduyan re axivîn û soza pez, çêlek, zevî û malan dan wan û gundê wan vala kirin. Rayedarên dewletê piştî gund vala kir, li şûna gund benav ava kir û sozên ku dan welatiyan bi cih neanîn û welatî deyndar hiştin. Welatiyên ku mal, gnud, zevî û hemû tiştê wan di bin avê de man, neçar man li Wanê bi cih bibin. Welatiyên ku bi salan li Wanê di xaniyên kirê de man û soza dabûn wan bi cih nehat. li 78 malên TOKÎ'yê yên di 2011'an de 20 kîlometre li dervê Wanê hatine avakirin hatin bicihkirin. Welatiyan dema xwe amade kirin di xaniyan de bi cih bibin, rayedarên TOKÎ'yê ji bo her malê 85 hezar TL ji wan xwest. Lê welatî ji ber ku neçar man belge îmze kirin û di malên TOKÎ'yê de bicih bûn.
Welatiyên ku di xaniyan de bi cih bûn, li gel 85 TL deynê xanî, ji bo 30 hezar donum zeviyê 190 hezar TL ji wan dixaze. Dewletê piştî welatî di malan de bicih kirin niha ji bo serê her malê 268 hezar TL pere dixwaze.
Welatiyan bertek nîşanî deynê ku li wan hatiye birîn dan û serî li dadgehê dan. Welatiyan xwest zerara wan bê destîpkirin û mexdûriyeta wan bê çareserkirin. Welatiyan dan zanîn ku xaniyê niha bi 86 hezar TL hate firotin di 2010'an de hêjayî 56 hezar TL ye û doz vekirin. 2'emîn rûniştina dozê dê li Dadgeha Sulh Hukuk ya Wanê di 2'ê tîrmehê de bê dîtin.
DÎHA/WAN