Li gundê ji 150 malan pêk tê her sal 9 kes ji ber nexweşiya pençêşerê jiyana xwe dest didin. Macît Xelef, yên ku dayîk û xwuşka xwe ji ber penceşerê wenda kir diyar kir ku vekirina bîrên petrolê yên li gund polîtîkaya rejîma BAAS´ê ye.

Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê bi dehan sal an di bin zilma rejîma BAAS´ê ve tevî zextî û işkenceyan di warê aborî de jî rastî polîtîkayeke taybet hatin û hatin xizanîkir. Rejîma BAAS´ê ya Sûriyê, li aliyêkî ji bo ji petrola li herêma kurdan de sûd bigirê bi rebazên derveyî qanûnî yên ku tendûrîstiya mirovan dixe xetere petrol derdixist, lê tevî ewqas petrola ku li bajarên kurdan hate derxistin rejîma BAAS´ê ji aliyê din ve jî bi polîtîkayên xwe kurdan xizan kir û wan ji vê dewlemendiyê bê par hişt.

Çavkaniya petrolê Rimêlan

Bajaroka Rimêlan ya li Rojavayê Kurdistanê ye yek ji navenda petrolê ye.
Rimêlan, li sînorê Derika Hemko û Qamişlo û Tirkiyeyê ye û girêdayî Girkê Legê. Rimêlan ku her tim ji aliyê Rejîma BAAS´ê ve bi taybet hatiye rêvebirin yek ji qada petrolê ya herî girîng e û bi sedan bîrên petrolê hatine vekirin. Rimêlan ku niha ne di bin destê rejîma baas û kurdan de ye şîrketên biyanî lê zêde ne. Li nêzî Rimêlan Girkê Legê di bin kontrola kurdan de ye û ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve tê parastin.
Di nav û derdora gundê Segerê ya giredayê Rîmêlan de gelek bîrên petrolê hatine vekirin. Di gundê 150 mal hene û debara xwe bi xwedî kirina sewalan dikin. Li zeviyên derdora gund ji ber bîrên petrolê ji aliyê rejîmê ve çandinî hatiye qedexekirin û li ber malan gundiyan bîrên petrolê hatine vekirin. Zarokên gundiyan yên xetereyên bîrên petrolê nizanin jî li derdora van bîran lîstik dilîzin. Tevî hemû nerazîbûnên gundiyan ev bîr nehatin girtin. Şirketên petrolê yên ereb û yên Çin, Fransî û welatên din ku xwe li navenda Rîmêlan cîh kirin heta pevajoya şerê Sûriyeyê jî bîrên petrola bê navber dan şixulandin. Piştî ku kurd li Rojava rêveberî bi dest xistin, şîrketên petrolê xebatên xwe sekinandin.

Her sal 9 kes jiyana xwe ji dest da

Ji ber bîrên petrolê û madeyên ku belav dikin, li gund her sal 9 ji ber bi nexweşiya penceşerê ketin, jiyana xwe ji dest dan. Her weha sewal jî dikevin bîrên ku derdora wan vekirî ye û telef dibin.  Ji şêniyên navşeyê Macît Xelef anî ziman ku rejîma BAAS´ê li dijî kurdan polîtîkayên cihekariyê dimeşîne. Xelef diyarkir ku par birayê wî yê 22 salî Sîham Xelef û diya wî Gewar Azize Xelef bi nexweşiya pençeşêrê ketin û jiyana xwe ji dest dan. Xelef, anî ziman ku pişti herêm ket destê kurdan dixwazin demek beriya demekê ev bîrên petrolê ku dibin sedema mirina mirovan bên girtin.


DENİZ TUFAN / DÎHA/GIRKÊ LEGÊ