Li Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê li ber deriyê Parlementoya Kurdistanê butçeya 2013’an ya kû dahata herî kêm 127 Dolar û ya herî zêde jî 400 hezar Dolare, ji aliyê Înîsiyatifa Alikariya Hejar û Qurbaniyan ve bi daxuyaniyek ya çapemeniyê hate protesto kirin. Berdevkê Înîsiyatifê Elî Mehmûd di daxuyaniyê de da diyar kirin ku di butçeya 2013’an ya Herêma Kurdistanê de dahata welatiyek asayî 127 Dolare û ya Serokê Herêma Kurdistanê 400 hezar Dolare û pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê vê bê mafiya li gel û welatiyan tê kirin sererast bike. Mehmûd bi berdewama axaftina xwe de wiha got; “Kurdistan bi vê sîtema xwe ve bûye desthilatiyek herî bêdadî ya welatên cihanê. Ev ciyewaziye her kû diçe zêde bide, hejar hejartir dewlemend jî dewlemendtir dibin. Her çendî kû desthilatên Kurdistanê behsa mafên hejaran û welatiyan bike jî lê di rastiyê de ew xizmeta aliyên dewlemend dikin.”

Mehmûd diyar kir ku ew van daxwazên xwe pêşkeşê Parlementerên Kurdistanê dikin kû parlementer van daxwazên wana bixin di nava nîqaşê de û wiha berdewam kir; “Em wek Înîsiyatifa Alîkariya Hejar û Qûrbaniyan kû ev tenê beşek ji daxwazên me ne kû pêşkeşê Parlementoya Kurdistanê dikîn û raya gişti ya Kurdistanê bi hêviya pîşgirî li van daxwazên me were kirin û butçeya 2013’an li parlementoyê bixin nav guftugo û nîqaşan de.”
Parlementerê Parlemena Kurdistanê yê Lîsta Goran Ferman Ezeddîn jî diyar kir ku pirsgirêka herî mezin û berbiçav ‘Ne zelalbûna’ butçeya Herêma Kurdistanê ye û wiha berdewam kir; “Di Herêma Kurdistanê de daha ta kê çiqase bitaybet dahata kesên dewlemend ku di dezganên partî û Hukumeta Herêma Kurdistanê de kar dikin tu carî nehatiye zanîn. Ji bo ku ev yeke zelal bibe tişta ji destê min û Tevgera Goran tê wê were kirin.

Pêşniyar ji bo çareseriyê

Di daxuyaniya kû ji bo çareseriya pirsgirêka butçeya 2013’an ya ji 8 maddeyan pêk dihat hate xwendin wiha hate rêzkirin:
1- Zêdekirina dahata herî kêm kû 127 Dolare û li beramber wê kêmkirina dahata herî zêde kû 400 hezar Dolare.
2- Rêjeya bacê li gorî dahatê were eşkere kirin û dahata kû ji baja dewlemendan tê bi aweyek zelal biçe nav butçeya Hukumeta Herêma Kurdistan û jibo xizmeta hejaran were bikaranîn.
3- Pêwîste kesên kû ji xêzanên dahata wana tuneye û di kirêyan de ne di dezgahên fermî yên herêma Kurdistanê de kar bikin.
4- Pêwîste maaşê kesên binemalên şehîdan, kêmendamên şoreşê, kîmyabaran û enfalê were zêdekirin.
5- Piştgiriya daxwazên kêmendaman bitaybet ew kêm endamên kû radewan yan ya kêmendamtiyê pir zêdeye û nikarin karekê bikin pêwîste maaşê wana were girêdan yan jî were zêde kirin.
6- Maaşê berpirsê malbatê ji 150 hezar Dînar bibe 250 hezar Dînar û jibo her zarokek jî kû bi şertê bixwîne 50 hezar Dînar were girêdan.
7- Maaşê berpirsên xêzanên penaberên kû ji ber şert û mercên siyasî ji parçeyên din yên Kurdistanê hatine bi taybet yê (wargeha Mexmûr, Koyê û Zirgowêr) were girêdan:
8- Butçeyek ji malbatên kû qet dahata wana tuneye û di xaniyên kirê de dijîn were eşkere kirin.

DÎHA/HEWLÊR