Bûyerên xwekuştinê yên li Rojhilatê Kurdistanê her ku diçin zêdetir dibin. Herî zêde jin xwe dikujin. Li gorî çavdêriyên ji herêmê jî sedema wan pirsgirêkên aborî, zextên malbatî û civakî, li aliyeke din jî qedexeyên dijwar ên rejîma Îran yên li ser jinan in.
Di konferansa der barê rêjeya xwekuştina jin û mêran a li bajarê Zencana Îranê hate lidarxistin de hate ragihandin ku piştî Tehranê bajarên Rojhilatê Kurdistanê de di rêzên yekemîn de ne.  Li gorî ÎSNA’yê di sala 2011 de piştî Tehranê bajarên Kurdistanê di warê xwekuştinê de di rêja yekemîn de ne. Li gorî vê li Kirmanşanê 247 û li Loristanê 228 kes xwe kuştine.
Beriya niha jî, Masmostayê Zanîngehê Qerayî Muqedem diyar kir ku rêjeya xwekuştinê li Îranê her ku diçe zêdetir dibe û got; “Niha ji her 1000 kesan 12 kes xwe dikujin.” Di aliyê bûyerên xwekuştinê de û parêzgeha Îlam yekem e, Kirmaşan duwem û piştî wan jî Hemedan tê. Li gorî agahiyên Muqedem dane, rojane 10 kes li Tehranê xwe dikujin. Li vir jî herî zêde jin xwe dikujin û sedema wê jî pirgirêkên civakî û aborî ne. Mûqedem diyar kir ku sedema xwekuştina jinan, zewaca bi darê zorê, tecawiz û tacîz, her wiha guhertina civakî ya li Îranê ye.
Beriya niha, jî Serokê Daîreya Refah û Tenduristiyê ya Komara Îslamî ya Îranê Sadiq Rustemî ku ji ajansa nûçeyan a ÎSNA'yê re axivî, da zanîn ku di mijara xwekuştinê de di destê wan de encamên îstatîstîkên teqez tunen e.
Rûstemî destnîşan kir ku piraniya keêsn xwe dikujin temenê wan li jêrê 30’ê ye û piraniya wan jin in. Rûstemî got; “Bi taybet li hin barajan û li Eywanê ev rewş ji asayîtiyê derbas bûye.” Li gorî amarên dewletê, ji bihara sala 2011 ve, li eyaleta Îlamê rêjeya bêkariyê daketiye ji sedî 16.7. Bi ya rayedarê tenduristiyê Rûstemî, piraniya wan ji ber “hevberdanê” xwe dikujin. Parlementerê Îlamê Daryoş Ganbarî jî ragihand ku sedemek mezin ên xwekuştinan bê karî ye. Ganbarî diyar kir ku di sala par de 2 hezar kes xwe li Îlamê kuştin.
Ganbarî got; “Îstatîstîkên îstîhdam ên ji aliyê hikûmetê ve têne aşkerekirin ne rast in. Di sala borî de (2010) 1.6, îsal jî (2011) 2.5 milyon ragihandin ku bê kar in. Ger ev daxuyanî rast bûya, dê rêjeya bêkariyê ne wisa bûya.”

ANF/KIRMANŞAN