Serokkomarê Cezayirê Evdilezîz Buteflîka piştî ku bi milyonan kes daketin kolanan, îstîfa kir. Buteflîka duşema bihurî daxuyaniyek dabû û gotibû, beriya 28'ê Nîsanê ew ê îstîfa bike, lê gel qîma xwe bi vê daxuyaniyê neanî. Piştî ku zext zêdetir bû, Buteflîka piştî desthilata 20 salan, Sêşemê îstîfa kir. Buteflîka di daxuyaniya xwe ya kurt de got, "Ez vê biryarê ji bo ku dawî li nîqaşên heyî bînim, didim." Doh berêvarkî, gelek kes li kuçeyên Cezayîrê dest bi pîrozbahiyan kir.
CEZAYÎR