Bi beşdarbûna pirraniya endamên eşîreta Caf ên li  Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, 10. Festîvala Caf li gundê Baxan ê bajarokê Qeredax ê ser bi Silêmaniyê hate lidarxistin.

Welatiyên ji eşîra Caf ên li Kerkûk, Silêmanî, Hewlêr, Sine, Merîwan, Ciwanro û çend bajarên din ên Başûrê û Rojhilatê Kurdistanê beşdarî vê festîvalê bûn.

Her kes bi cilûbergên Kurdî beşdarî festîvalê bû. Di festîvalê de wekî din govenda eşîra Caf hate gerandin. Berhemên çandî  yên Kurdewerî hatin nîşandan. Beza hespan jî ji festîvalê kêm nebû.

Qebîleyên cihê yên ser bi Eşîra Caf, bi berhem, rêûresmên eşîreta xwe, çûn serdana hev û peywendiyên civakî yên di navbera xwe de nû û qewîn kirin.

Ji bo festîvalê, li cihê bilind ê gundê Baxan, dikeke bilind hatibû amadekirin. Heta saeta firavînê, axaftinên kesan hebûn.

Piştî firavînê, komên govendê û hunermendên herêmî endamên eşîrê coşandin. Herwiha dengbêjan jî heyranok gotin.

Festîval bi rengê şahiyê bi dawî bû.

 

ROJNEWS / SILÊMANÎ